'Amed, Wan û Mêrdîn dê xwedî li vîna xwe derbikevin'
- 14:06 1 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman di roja 14'an de bi dirûşma "Li dîjî qeyûman mil bi mil" pêk hat. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meryem Soylu da zanîn ku gel dê xwedî vîna xwe derbikeve û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî got: "Em natirsin, em ê kolanên xwe, taxên xwe û şaredariyên xwe bêxwedî nahelin."
Li Amedê çalakiya li dijî qeyûmên ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrdînê hatin kirin, di roja 14'emîn de berdewam dike. Girseya ku li ser Kolana Lîseyê ya derdikeve ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bû dirûşmên "Amed ya me ye", "Em ê bi têkoşînê bi ser kevin" û "Li dijî qeyûm mil bi mil" berz kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, parlamenterên HDP Ayşe Acar Başaran, Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Feleknas Uca, Dêrsim Dag, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Ahmet Şik, Garo Paylan, hevserokên bajêr Hulya Alokmen, Zeyyat Ceylan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, ESP, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û partiyên Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Meryem Soylu axivî û got: "Tiştên ku me bi vîna xwe qezenç kiriye kî dikare teslîm bike? Divê şev û roj nesekînin û ji bo vîna xwe li ber xwe bidin. Me di nav zilm û zehmetiyan de şaredariyên xwe qezenç kirin û em bi rihetî nadin destê qeyûman. Em ji gelê Wan, Amed û Mêrdînê bi bawerin ku dê vîna xwe carek din ji destê wan bigire."
Di çalakiyê de Sezaî Temellî jî axivî û bal kişand ser zîhniyeta qeyûman û wiha got: "Edî gotineke îktîdarê nemaye û ji ber vê sedemê qeyûm tayînî şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Em natirsin, em ê kolanên xwe, taxên xwe û şaredariyên xwe bêxwedî nahelin. Di destê îktîdarê de tenê mezinkirina dijminatiyê ya li hemberî Gelê Kurd heye. Lê em qebûl nakin. Em zîhniyeta qeyûtiyê qebûl nakin. Em bêdeng nabin û dev jî têkoşîna xwe bernadin."