'1'ê Îlonê dibin siya şer de pêşwazî dikin'
- 13:26 1 Îlon 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Silopiyê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: "Îktîdar tehemmûlê vîna gel nake. Her wiha em îsal carek din dibin siya şer de 1'ê Îlonê pêşwazî dikin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Silopî ya Şirnexê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, hevşaredarên Cizîr, Silopî û Hezexê, Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrme ve hat xwend.
Di daxuyaniyê de Zekî, bal kişand ser êrîşên li hemberî gel û wiha got: "Em dîsa di 1’ê Îlonê de dibêjin ku ji bo azadî û demokrasiyê em bi biryarin. HDP, ji bo civakeke azad bê avakirin tiştê ku ji destê wê bê dê bike. Ji bo edalet, maf, hiqûq û wekheviyê bibin yek, ji bo demokrasî û azadiyê qezenc bikin divê gav bê avêtin.
Endamê meclîsa HDP’ê Nurettîn Turgut axaftinek kurt kir û wiha axivî: "Navnîşana azadî û demokrasiyê HDP’ye. Dewlet çiqas êrîşên faşîzane bike jî em ê li hember van êrîşan bisekinin û li ber xwe bidin. Em ê heta dawî li pey soza xwe bin.”
'Di bin siya şer de pêşwazîkirina 1'ê Îlonê'
Herî dawiyê parlamenter Nuran Îmîr axivî û da zanîn ku îsal jî 1’ê Îlonê di bin siya şer de pêşwazî dikin. Nuran, diyar kir ku ji ber êrîşan bareke giran li ser milên wane û wiha pêde çû: "Gelê me her roj rastî zilma îktîdarê tê. Me xwest ku ji bo azadî û aştiyê mîtîngek li dar bixin, lê belê tehemûla wan a azadî û aştiyê tuneye û destûr nedan ku em mîtîngê li dar bixin. Tu zagon nikare pêşiya azadiyê bibe asteng, mafê edaletê û dengê aştiyê asteng bike. Tirkiye niha ber bi şerê cîhanê ya sêyem ve diçe. Îktîdara desthilatdar li hember Bakur, Başûr û Rojhilatê şerek daye dest pê kirin û divê dev ji vê şerê berde."
‘Tehemmûla wan ji vîna gel re tuneye ‘
Nuran, di dirêjiya axaftina xwe de balê kişand ser qayûmên ku tayînê şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê hat kirin û wiha got: "Îktîdarê carek din nîşan da ku vîna gel qebûl nake û tehemmûla wan ji vîna gel re tuneye. Divê em li hemberê van şeran bibin yek û azadiyê biqerin. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî çalakiyan bibin."