Li Mêrdînê çalakiya li dijî qeyûm di roja 14'emîn de berdewam dike

  • 13:11 1 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Di roja 14'emîn a roja şermezarkirina qeyûman de careke din hat xwestin ku qeyûm paşve bên kişandin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiyên xwe yên li dijî qeyûman di roja 14'emîn de li Mêrdînê berdewam dike. Di çalakiya ku li Parka Karayollari ya li Artukluyê hat destpêkirin de parlamenterên HDP'ê hevserokên bajar ên HDP'ê, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tevli bûn.
 
'Em ê ji bo aştiyê bimeşin'
 
Di çalakiya ku bi dirûşmên, "Mêrdîn ya me ye", "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" û "Em bêdeng namînin, natirsin û îtat nakiin" de ji aliyê parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî ve daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û wiha hat gotin: "Ji bo çi ev roj tê pîrozkirin? Îroj ji bo tiştên ku beriya şerê Cîhanê yê 2'emîn û piştî wî şerî hatin kirin neyên jiyîn ev roj tê bîranîn.  Em ê jî îro li qoserê bi gelê xwe re bên gel hev û vê rojê ji bo aştiyê bi bîr bînin û ji bo carekedin em daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman bimeşin."
 
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn, girse ji bo biçe avahiya HDP'ê ya Mêrdînê dest bi meşê  kir û çalakiya xwe ya li parê bi dirûşman bi dawî kir.