Li Amedê roja 14'an : Li dijî qeyûman têkoşîna hevpar

  • 12:33 1 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê çalakiya li dijî qeyûman a di pêşengiya HDP'ê de di roja 14'an de bi dirûşma "Li dîjî qeyûman mil bi mil" hat destpêkirin.
 
Li Amedê çalakiya li dijî qeyûmên ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrdînê hatin kirin, di roja 14'emîn de berdewam dike. Girseya ku li ser Kolana Lîseyê ya derdikeve ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bû dirûşmên "Amed ya me ye", "Em ê bi têkoşînê bi ser kevin" û "Li dijî qeyûm mil bi mil" berz kirin. Di çalakiya ku îro berdewam kir de parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar bajaran,  Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Feleknas Uca, Dêrsim Dag, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Dayikên Aştiyê, ESP û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) amade bûn. 
 
Çalakî bi lêdana pîzpîzkan, bi sitranan û dirûşman hat destpêkirin. Jin jî bi pankarta "Jin jiyan azadî" tevli çalakiyê bûn. 
 
Çalakî wê bi daxuyaniya ku saet di 13.00'an de bê dayîn bi dawî bibe.