Berdevka Koma Meclîsa HDP’ê: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

  • 09:07 1 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Berdevka Koma Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Halîme Bayram diyar kir ku pergala hevserokatiyê kirine hincet, qeyûm tayîn kirin û got: “Qeyûmê di 2016’an de hat tayînkirin êrîşê saziyê jinan kir. Niha çawa qeyûm hat dîsa êrîşî saziyên jinan dike. Karê ewil yê qeyûman êrîş bû. Ev nîşaneya dijminahiya li hember jinan e.”
 
Bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên bajarê mezin ya Amed, Wan û Mêrdînê didomin. Ligel qeyûman di 19’ê Tebaxê de bi ser malan de hat girtin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin Berdevka Koma Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Halîme Bayram bû. Halîme bi hinceta lêpirsîna derbarê wê de dihat meşandin di 27’ê Tebaxê de li Edliyeya Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Halîme şevekê li Midûriyeta Emniyeta Navendê ma û di 28’ê Tebaxê de li dadgehê bi şertê ‘kontrola edlî’ hat berdan.
 
‘Darbe li îradeya gel kirin’
 
Halîmeyê bi lêv kir ku ya di 19’ê Tebaxê de hatiye kirin ‘darbeya sivîl’ bû û wiha got: “Şeva operasyonê ez ne li malê bûm. Ji ber vê ez nehatim binçavkirin. Lê hevalên hatin binçavkirin 8 rojên di bin çavan de man hevalên hatin binçavkirin hatin berdan  û bi dozgeriyê re hevdîtin hat kirin. Dozgeriyê diyar kir ku biryara binçavkirinê tune ye. Tevî biryar tunebû, ez çûm TEM’ê û tevî biryara dozger biryara binçavkirinê hat derxistin. Di qedandina mesayiyê de gotin tu yê bi şev li qerekolê bimînî. Der barê vê de nîqaşên cidî hatin kirin. bi awayekî dijhiqûqî biryara binçavkirinê hat derxistin. 24 saet şûnde îfade hat girtin. Di îfadeyê de bi taybet bernameyên jinan yên em tevlî bibûnd erxistin pêş û em bi aeayekî ku rewşên qanûnî dide zorê hatin darizandin.”
 
‘Kevneşopiya berxwedana jinê heye’
 
Halîmeyê destnîşan kir ku darbe bi taybet li hember îrade û destkeftiyên jinan hatiye kirin û desthilatdarî dixwaze jin ji qada jiyanê vekişin. Halîmeyê ev tişt bi lêv kir: “Naxwazin jin di qada polîtîk de jî hebin. Pergala hevserokatiyê saziya fermî dike zorê. Hevserokên ji wir tên hilbijartin di esasê de endamên meclîsê ne. Ji cihekî din nayên. Neqebûlkirina pergala hevserokatiyê nexwestina jinê ye. Nêzîkatiya desthilatdariyê di 17 salan de ev bû ‘jin be j wê ya hewce bê kirin’. Di vir de zîhniyeta xwe ya li hember jin û zarokan teşîr kiribûn. Ev zîhniyet ne 17 salan 27 salan jî bimîne wê nikaribe pêşî li têkoşînê bigire. Jinên kurd wê destkeftiyên xwe teslîm nekin. Di 12’ê îlonê de mînaka Gultan Kişanak a li dijî îşkenceya Esat Oktay berxwe daye heye. Em jinên ji vê kevneşopiyê tên her roj li kolanan hatin derbkirin, bi erdê re hatin kaşkirin. Em zarokên wan jinên 70-80 salî dest ji vê dozê bêguman bernadin.”
 
‘Bila dengê me yê li kolanê terorîze nekin’
 
Halîmeyê bi lêv kr ku divê xwedî li destkeftinan bê derketin û ev tişt anî ziman: “Bila dengê li kolnan terorîze nekin. Li kolanê xwedî li mafên xwe derketin, daxwaza edelet û hiqûqê nikare bê terorîzekirin. We di hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê de bang li hemû welat kir ku dakevin kolanan. We bang kir ku hemû kes bi çek û kêran derkevin kolanê. Ev sûc nayê dîtin lê kesên li kolanê daxwaza edeletê dikin sûcdar tên dîtin. Ev nikare bê qebûlkirin.Yên dibêjin belkî em dest ji têkoşînê berdin xwe dixapînin.”
 
‘Bêguman wê gel xwedî li destkeftiyên xwe derkeve’
 
Halîmeyê anî ziman ku jinan destkeftiyên xwe wisa hêsan bidest nexistine û ev tişt bi lêv kir: “Ev destkeftî, encama têkoşîna bi sedan salî hatine bidetxistinê ne. Di dema hilbijartinê de mirovan digotin em ê nîşan bidin ku nikarin me desteser bikin. We rabû 4 meh şûnde qeyûm tayîn kir. Bêguman wê ev mirov xwedî li destkeftiyên xwe dekevin.”
 
‘Ji bo jinên tên kuştin tedbîrê bigirin’
 
Halîmeyê her wiha daxuyakirin ku qeyûm ewil êrîşê jinan kiriye û wiha dawî lê anî: “Qeyûm êrîşî sazî, komele û midûriyetên polîtîkayên jinan dikin. Rêxistibûna jinan wek rîsk dibînin.  Di 2016’an de dema qeyûm hatin ewil êrîşê jinan kirin, sazî û komele girtin. Ev jî dijminahiya li hember jinan nîşan dide. Hun divê ji bo jin neyên kuştin tedbîran bigirin.”