ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 1 Îlon 2019
- Rojev
*Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jinên Qamişloyê roja aşîtiya cîhanê li tevahî gelên aşîtîxwaz pîroz kirin û nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Jinên kurd ji bo avakirina aşîtiyeke mayinde di nava têkoşînê de ne. Em ji bo welatê xwe jî aşîtiyê dixwazin. Heger li welatekî şer hebe divê hemû cîhan ji bo aştî pêk were li berxwe bide. Em dixwazin aştiyêk mayinde pêk were." DÎMEN HEYE
*Hevseroka Şaredariya Gel a Herêma Firatê Rewşen Ebdî li dijî desteserkirina şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê ya ji aliyê îktidara AKP-MHP'ê nerazîbûna xwe anî ziman û got:"Çawa ku Gelê Bakurê Kurdistanê bi îradeya xwe bi ser ketin, wê bi têkoşîn û berxwedana xwe pergala nedemokratîk têk bibin." DÎMEN HEYE
*Xaniyên dîrokî yên li taxa Muradiye ya Mersînê terkî qedera wan hatine kirin, jiyana şêniyên taxê û xwendekarên dibistana nêzî wir dike xetereyê.DÎMEN HEYE
*Seroka Komeleya Hawirdorê ya Salîhlî Şeçîl Ege Degerlî da zanîn ku bi piştgiriya Walîtî û şaredariya Salîhliyê JES bi awayekî dijhiqûqî tên çêkirin û wiha pê de çû: “Axa dewlemend a herêma Egeyê di bin navê hilberandina enerjiyê de ji çandiniyê tên dûrxistin.” DÎMEN HEYE
Berdevka Koma Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Halîme Bayram diyar kir ku pergala hevserokatiyê kirine hincet, qeyûm tayîn kirin û got: “Qeyûmê di 2016’an de hat tayînkirin êrîşê saziyê jinan kir. Niha çawa qeyûm hat dîsa êrîşî saziyên jinan dike. Karê ewil yê qeyûman êrîş bû. Ev nîşaneya dijminahiya li hember jinan e.” DÎMEN HEYE