Polîsan parlamenterên belavok belav kirin asteng kirin
- 17:06 31 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - HDP'yîyên ku xwestin ji bo mîtinga 1'ê Îlonê ya ew ê li Qada Kartalê ya Stenbolê ji aliyê Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê bê lidarxistin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Dê ji aliyê Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê sibehê saet di 13.00'an de li Qada Kartalê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîting bê lidarxistin. Li Qada Bahçelievler Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Ali Kenanoglu û Rêvebirên HDP û CHP'ê hatin gel hevdu. HDP'yîyên ku xwestin ji bo mîtinga 1'ê Îlonê ya ew ê li Qada Kartalê ya Stenbolê ji aliyê Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê bê lidarxistin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Zuleyhayê diyar kir ku ew êdî naxwazin ji aliyê qeyûman ve bê birêvebirin.