Protestoyên li dijî qeyûman didomin: Em natirsin, bêdeng namînin

  • 14:21 31 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya rûniştinê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman li Mêrdînê hat destpêkirin bi beşdarbûna parlamentaran di roja 13'an de didome. 
 
Wezarata Karê Hundur qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên Amed, Wan, Mêrdînê kir.  Çalakiya rûniştinê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman li Mêrdînê hat destpêkirin bi beşdarbûna parlamentaran di roja 13'an de didome. Heyeta ku xwest li Parka Karayolari daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hat astengkrin. Li ser vê yekê tevî parlamenteran heyet derbasî parka gel bû û li wir dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Parlamenterên HDP'ê Ebru Gunay, Pero Dundar, Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nusrettin Maçin, rêvebirên HDP'ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Polîsan gel dorpêç kirin
 
Di çalakiya ku pankarta "Îradeya gel nayê xespkirin" hat vekirin de polîsan gel dorpêç kirin. 
 
'Hûn nikarin serî bi vî gelî bidin tewandin'
 
Di çalakiyê de Omer Ocalan daxuyaniyek kurt da. Omer got:"Nahêlin gel daxuyaniyekê bide û rûnê. Bi perê gel zarokên gel tînin û dixwazin li vir şer derxin. Lê em ê li dijî vê yekê serî netewînin. Hûn ê nikaribin bi tirs û zilmê gavê bi vî gelî bidin avêtin. Hûn bi kîmyaya vî welatî dilîzin. Hûn biçin li dijî bêqanûniya li vî welatî tê jiyîn bisekinin. Kesên ku digotin em xwediyê vê dewletê ne niha di zindanan de emrê wan dirizin. Ev yek dibe were serê we jî."
 
Omer werî dawî bang li gel kir ku beşdarî mîtinga 1'ê Îlonê ya li Qoserê ew ê bê lidarxistin kir. 
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî berxwedana Mêrdînê","Em natirsin, bêdeng namînin, serî natewînin" hatin berzkirin. Bi dirûşmeyan heta avahiya bajêr a HDP'ê meş hat lidarxistin. 
 
Piştî meşê çalakî bi dawî bû.