Roja çalakiyê ya li dijî qeyûman di roja xwe ya 13'an de ye
- 12:18 31 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya parlamenterên HDP'ê, hevserokên şaredariyan û gel a li dijî tayinkirina qeyûman di roja xwe ya 13'an de dewam dike.
Di 19'ê Tebaxê de hevşaredarên Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatin girtin û dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin. Çalakiya rûniştinê ya Amedê ya ku li dijî qeyûman hatiye destpêkirin di roja xwe ya 13'an de didome. Girseya ku li dijî qeyûman li Kolana Liseyê kom bû dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin","Li dijî qeyûman em bibin yek","Mêrdîn a me ye rûmeta me ye" hatin berzkirin. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Remziye Tosun, Saliha Aydeniz, Feleknas Ûca, Dersim Dag, Semra Guzel, Ahmet Şik, Hişyar Ozsoy, Ahmet Turk, Dayikên Aştiyê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli beşdarî çalakiyê bûn. Dê di saetên pêş de Parêzerên Baroya Amedê û Komeleya Mafê Mirovan (KMM) jî dê piştgiriyê bidin çalakiyê.
Çalakiyê bi lêdana pîspîskê û dirûşman dest pê kir. Dê çalakiya rûniştinê bi daxuyaniya ew ê saet di 13.00'an de dest pê bike bidome.