HDK: Li dijî şer em bibin yek
- 11:55 31 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HDK'ê bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî da û roja aştiyê ya cîhanê pîroz kir. HDK'ê bang kir û got:"Li dijî polîtikayên şer ên li dijî gelan, fikrên azad, ked û jinê em bibin yek. Em ji bo aştiyê, azadiyê û edaletê têbikoşin."
Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê pêvajoyê de polîtikayên şer zêde bûne û ev yek bandorek neyînî li ser gel dike.
'Bêtir pêdivî bi aştiyê heye'
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ji aliyê îktidara faşîst a yekzilamî û hevkarên wî ve li her qadê li dijî bawerî, jin, ked, xweza, azadiya fikir û gelan polîtikayên şer esas tên girtin. Di vê pêvajoya ku faşîzm, nîjadperestî, nefret, dijminatî derdikeve pêş de bêtir pêdivî bi aştiyê heye."
'Jiyana baviksalarî tê ferzkirin'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îradeya gelan tune tê hesibandin û qeyûm tên tayinkirin û wiha dewam kir:"Tê xwestin ku bi rêya dijminatiya li dijî jinê û zihniyeta baviksalarî, zayendperestiyê, polîtikayên nîjadperest destkeftiyên jinê bên binpêkirin. Jiyana baviksalarî tê ferzkirin û bi vê yekê tundiya li dijî jinê, tecawiz, komkujî derdikevin pêş."
'Faturaya şer ji kedkaran tê birîn'
Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku ji bo rantê Heskêf û Çiyayên Kazê tên qetilkirin û wiha hat gotin:"Faturayên polîtikayên şer ên li hundur û derve wekî her demê ji kedkaran tê birîn. Mafê grevê yên karker û kedkaran ji destên wan tên girtin. Gel mehkûmî xizaniyê tê kirin. Li dijî fikir û rêxistinbûyinê şerekî mezin tê meşandin. Dixwazin bi vê yekê civaka bi tirs bê avakirin."
'Planên dagirkeriyê pirsgirêkan kûrtir dike'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi operasyonên li derveyî sînor planên dagirkeriya Rojava tê kirin û wiha hat gotin:"Planên dagirkeriyê pirsgirêkan kûrtir dike. Operasyona derveyî sînor, zilim, xizanî darberya li dijî aştiyê ye. Di rewşek wiha de xwestin û têkoşîna ji bo aştiyê gelekî girîng e."
Herî dawî di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Li dijî polîtikayên şer ên li dijî gelan, fikrên azad, ked û jinê em bibin yek. Em ji bo aştiyê, azadiyê û edaletê têbikoşin. Em dizanin ku jiyanek demokratîk û azad ne xeyal e. Em 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelê xwe pîroz dikin. Em bang li hemû kesî dike ku li dijî polîtîkayên şer beşdarî mîtinga 1'ê Îlonê bibin û li qadan bin."