Jinan karneya Tirkiyeyê nirxand: Ji bo pêşî li aştiyê bigirin her tişt kirin

  • 09:13 31 Tebax 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku ji bo aştiyê peywir dikeve ser milê hemû kesî û wiha gotin: “Lê mixabin desthilatdarî ji bo pêşî li aştiyê bigire her tiştî dike. Polîtîkayên şer pêk anîn. Em ê li dijî polîtîkayên şer têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz dibe û jinên di partiyên siyasî, saziyên rêxistina civaka sivîl de cih digirin karneya Tirkiyeyê nirxandin.
 
Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Gulcan Taşkiran:
 
“Binpêkirin li ser bedena jinan tê meşandin. Şerên wan herî zêde bandorê li ser jinan dike. Bêguman jin divê ji bo jiyaneke bi rûmet aştiyê biparêzin. Ji bo vê em dadikevin kolanan. Hem serdestiya li ser bedena me hem jî ji bo rakirina şer. Kapîtalîzm bi qasî ji kar û binpêkrinê xwedî dibe, ji şer jî xwedî dibe. Li cîhanê krîzek aborî heye. Ji bo vê çareser bikin sanayiya çekan pêş dixînin. Ev pergal her tim pêk hatiye. Li dijî vê divê gelên bindest bi hev re têbikoşin.”
 
Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Şîrîn Ulusoy:
 
“Şer herî zêde mafên sereke yên mirovan ji dest digire. Wek Giştînameya Gerdunî ya Mafê Mirovan, qanûn pêk nehatin. Heta kapîtalîstên çekan hildiberînin hebin, ev peyman wê wisa bisekinin. Mafê mirovan li Tirkiyeyê qet ne baş e. Îşkence sîstematîk bûye. Girtîgeh bi Kurd û akademîsyenan tije bûye. Girtiyên nexweş yên rewşa wan giran e hene. Hîna girtî ne. Nayên dermankirin. Li gorî min peywir dikeve ser milê hemû kesî. Hewcedariya me bi aştiyeke lezgîn heye.”
 
Heverdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz:
 
“Li vê erdnîgariyê hewcedarî herî zêde bi aştiyê heye. Li Kobanê, Rojava jiyanek nû tê rêxistinkirin. Bi taybet li vê erdnîgariyê gelê Kurd û gelên din tu maf û statuya wan tune ye. Lê şerta jiyaneke bi hev re ji aştiyê derbas dibe. Para esas a têkoşîna azadî û demokrasiyê aştî ye. Ez nabêjim em bi desthilatdariyê re li hev bikin, lê aştiyeke mayînde bi têkoşîna me pêkan e.”
 
Vegan femînîst Eda Erkan:
 
“Şer ji ezezokbûna mirovan dertê holê. Ji ber dixwazin her tiştî serdest bikin aştî pêk nayê. Divê şer bisekinin. Herî zêde zarok û jin dimirin. Ger pergala serdest a mêr û kapîtalîst bi dawî nebe wê xweza hîn bêtir tune bibe. Wê jin azad nebe. Zirara şer a li ser xweza û sewalan jî nayê dîtin.”
 
Rahîme Turan a kurê xwe di şerê 40 sale didome de winda kiriye:
 
“30 sale ji Mêrdînê hatime. Her tim zext, girtin, şerekî bi kontra gerîla berdewam dikir hebû. Li her derê tirs hebû. Em ji bo aştiyê têdikoşin. Em dibêjin ku em nanê hişk bixwin lê bila şer tune be. Di şer de ciwan, jin û zarok dimirin. Dewlemend, wezîr namirin. Ew li quncikê xwe rûdinin. Leşker û polîs dimirin. Divê ji bo pêşîgirtina vê hewldan hebin. Em aştiyeke mayînde dixwazin. Divê muzakere hebe. Bila kes nemire.”
 
Endama PM’a HDP’ê Berna Çelîk:
 
“Avabûna zemîna demokratîk şert e. Piştî tayînkirina qeyûman êrîşa li bajarên Kurdan didome. Di pêvajoyên şer de herî zêde êrîşî jinan dikin. Ji ber jin hêza avakirina aştiyê ne. Ji ber vê êrîşî jinan dikin. Di dema nêz de li Şengalê di êrîşa DAIŞ’ê de jin bûn hedef. Banga me ev e ku aştî pêk bê. Bi tybet saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî şer li ber çavan bigirin û tev bigerin. Divê nebêjin qeyûmên tayîn bûne ji me dûr in.”