Jin wê bi rengên xwe li qadan bin
- 09:08 31 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên hevparên TJA’yê, di mîtîngên 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê de di mîtîngên wê li Wan û Stenbolê pêk bên de bi rengên sipî û mor wê cihên xwe bigirin. Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor, ji bo mîtînga Wanê banga ‘Em li dijî zîhniyeta serdest ya mêr carek din israra xwe ya aştiyê nîşan bidin.’ kir.
Di 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Amed, Îzmîr, Stenbol û Wanê wê mîtîng pêk bên û bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) re wê jin bi kortejên mor û sipî rengê xwe tevlî bike. Li Wanê amadekarî didomin û TJA wê bi korteja xwe tevlî bibe û tê payîn ku wê bi sedan kes tevlî bibin.
Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor, da zanîn ku ji bo mîtîngê xebatên xwe lezgîn kirine û got şîdeta li ser jinê gelek zêde bûye û got li dijî şîdet, kuştin, tecawiz, tacîz, îstîsmara zarokan û talana xwezayê kampanya dane destpêkirin bê navber dimeşînin û wiha got: “Divê jin li dijî her cureyê zext û zilmê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî li her qadê mezin bikin.”
‘Berxwedaneke bê jin qels e’
Rojbînê destnîşan kir ku bi biryara Walîtiya Wanê qedexeyên hatine kirin ji OHAL’ê berdewam dikin û got: “Tevî hemû astengiyan, em hevdîtinên xwe yên li hemû taxan pêk tînin. Em diherin ber hemû deriyan û dest didin jinan. Her wiha jin li dijî xespkirina îradeya xwe jî li kolanan bernameyên xwe didomînin. Berxwedan bêyî jinê qels dimîne. Ez ji bo mîtînga 1’ê îlonê jî banga tevlîbûnê dikim.”
‘Em ê xwe bi mor û sipî bixemilînin’
Rojbînê her wiha bi lêv kir ku wê bi rengên sipî û mor tevlî mîtînga 1’ê îlonê bibin û wiha berdewam kir: “Di dîrokê de rengê sipî aştiyê temsîl dike. Mor jî rengê jinê ye. Em ê xwe bi van rengan bixemilînin. Di dîrokê de jin tu car di şer de cih negirtine. Di komkujiyan de jî cih negirtine. Yên ku van pêk tînin zîhniyeta serdest a mêr e. Jinan her tim di aştiyê de israr kirin. Wê dîsa îro jî pêşengiya aştiyê bikin. Di 1’ê Îlonê de kortej wê li ber Perîhan AVM ava bibe. Divê em bi rengên xwe ji bo aştiyê israr bikin.”
Li Stenbolê jî jin li Kartalê tên cem hev
Li Stenbolê jî bi pêşengiya Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê, li Qada Kartalê wê di navbera saetên 13.00-17.00’an de mîtîng pêk bê û di mîtîngê de wê jin bi kortejên xwe cih bigirin. Ji bo korteja ku wê ji her alî jin tevlî bibin, cihê kombûnê ber Koleja Ahmet Şîşmek a Kartalê ye. Jinên saet di 12’an de wê bên cem hev, wê ber bi qada mîtîngê bimeşin û li dijî şer, şîdet û qeyûman dengê xwe bilind bikin.