Li Tirkiyeyê têkoşîna jinan a BÎKG re
- 09:07 31 Tebax 2019
- Rojane
Habîbe Eren
NAVENDA NÛÇEYAN - Li cîhanê li welatên weke Srî Lanka, Kosova, Fîlîpîn û Kolombiyayê di pêşketina pêvajoyên diyalogê de jinan cih girt û li Tirkiyeyê jî di 2009’an de BÎKG hat avakirin û bi vê re jinan di têkoşîna aştiyê de cih girtin. Aktîvîsta aştiyê Nîmet Tanrikulu, diyar kir ku ji bo aştî pêk bê divê pêşnûmeyên aştiyê yên alternatîf bên avakirin û ji bo aştiya mayînde israr bê kirin.
Di Newroza 2013’an ya Amedê de bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoyeke çareseriyê ya du salan pêk hat. Abdullah Ocalan bi gotina ‘ji pêvajoya berxwedana çekdarî êdî ber bi pêvajoya siyaseta demokratîk derî hatiye vekirin’ demeke nû îlan kir. Abdullah Ocalan bal kişand ser daxwaza aştî, wekhevî û şaredariya mîlyonî û wiha gotibû: “Êdî ber bi Tirkiyeyek nû, Rojhilateke Navîn ya Nû û pêşerojeke nû.”
Piştî mutabakata Dolbahçeyê pêvajo veguherî pevçûnê
Agirbesta di 9’ê Adara 2013’an de dest pê kir, ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî neyê îlankirin jî heta 24’ê Tîrmeha 2015’an berdewam kir. Di vê pêvajoya bêpevçûnê de cara yekem hevdîtinên di rayagiştî de hatin parvekirin pêk anîn. Pêvajoya muzakereyê di 28’ê Sibata 2015’an de bi Mutabakata Dolmabahçeyê bi dawî bû û pêvajo veguherî pevçûnê.
40 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyan li Tirkiyeyê di şerê 40 salî berdewam kir de ji 40 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar kes jî hat windakirin. Li bajarên kurdan bi sedan gorên komî derketin holê. Li herêmê bi hezaran gund hatin şewitandin, 939 gund û 2 hezar û 19 mezra hatin valakirin. 2 mîlyon û nîv kesî koç kir. Di salên 90’î de bi hezaran kes hatin binçavkirin, îşkence dîtin û hatin girtin. Pêvajoya demdirêj a bi pevçûn qedexe û OHAL’ê berdewam kir, pirsgirêka Kurd zêdetir kûr kir. Di vê pêvajoyê de jinên hatin qetilkirin, jinên ku xizmên wan hatin windakirin û qetilkirin, jinên koçber bûn, rastî îşkence, tacîz, tecawiz û zextên dewletê jî hatin. Di salên 2000’î de tevî îşkence mirin kêm bûn jî, girtinên komî berdewam kir.
Li cîhanê tevlîbûna jinan a pêvajoya aştiyê
Li welatên Srî Lanka, Kosova, Fîlîpîn û Kolombiyayê jî piştî pevçûnên demdirêj, pêvajoyên diyalogê hatin pêşxistin û di mekanîzmayên avabûnê de jinan rolek çalak girt. Di navbera 1990 û 2012’an de di 102 pêvajoyên aştiyê yên berdewam kirin de ji kesên tevlî pêvajoyê bûn ji sedî 8 jin bûn. Di 2008’an de li Kenyayê ji sedî 25, di 1992’an de li El Salvador ji sedî 13, di 1995’an de li Hirvatîstanê ji sedî 11, di 1996’an de li Guatemalayê ji sedî 10, di 1998’an de li Îrlandayê ji sedî 10, di 2001’an de li Afganîstanê ji sedî 9, di 2008’an de li Ugandayê ji sedî 9 jin tevlî pêvajoyên aştiyê bûn. Li welatên din jî tevlîbûna jinan di bin ji sedî 5’an de ma. Li gelek welatan jî tevlîbûn qet tunebû. Li Tirkiyeyê jî têkoşîna jinan di riya aştiyê de gelek girîng bû.
Li dijî şer têkoşîna aştiyê ya jinan
Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê kurt be jî jinan di têkoşîna xwe de ji bo aştiyê israr kirin. Jinên li şer aştî parastin, di 2009’an de Hewldna Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) ava kirin û roleke girîng lîstin. BÎKG ku ji aliyê jinên ji aliyê cuda ve hat avakirin, ji bo çalakiyên xwe pêş bixînin, mexduriyeta jinan nîqaş bikin û bikin belge faaliyet meşandin. BÎKG hewl da zirara şer a li ser jinên Kurd û hemû jinên din tespît bike.
Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê BÎKG bi gelek jinî re li Edene, Enqere, Antalya, Çanakkale, Bursa, Amed, Stenbol, Îzmîr û Wanê nîqaş meşandin û atolye pêk anîn. Her wiha bi jinên çapemeniyê re civîn pêk anî û pêvajoya aştiyê, nêrîna jinan a li hember aştiyê nîqaş kirin û bi jinên Heyeta Aqilmendan re hatin cem hev.
Hevdîtinên BÎKG
BÎKG, bi saziyên din û rojnamegeran re koma ewil a PKK’ê ku vekişiya û gihaşt Qendîlê şopand û li Stenbol, Amed, Bazid, Serêkaniyê, Nisêbîn, Bursa, Çanakkale, Enqere, Edene û Antalyayê hevdîtin pêk anîn û çavdêriyên xwe vegotin. BÎGK’ê ji bo Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê ya li Meclîsê hat avakirin jî pêşniyar kir û bi hinek parlamenterên jin ên AKP, DBP û CHP’ê re hevdîtin kir û zirarên şer ên li ser jinan vegotin û bendewariya ji pêvajoya çareseriyê ragihandin.
Endama BÎKG’ê û aktîvîsta aştiyê Nîmet Tanrikulu bi nêzîkbûna 1’ê îlonê re têkoşîna aştiyê ya jinan vegot. Nîmetê da zanîn ku tevgera jinan a Kurd, jinên aliyên cuda û jinên femînîst aktîvîst a aştiyê yên Tirkiyeyê li dijî şer têkoşînek zehmet dane û wiha got: "Me jinan dema ev têkoşîn dimeşand dizanîbû ku jin bûne hedefa pevçûna çekdarî û demên şer û di şert û mercên şer de jiyanek giran jiyane."
‘Şer, bandorek girantir li ser jinên Kurd dike’
Nîmetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me wek BÎKG’ê daxuyand ku şer bandor li ser hemû jinan dike lê bandora giran herî zêde li ser jinên Kurd dibe. Me got ku şer ji bo jinan zêdetir xizanî û şîdet e. Me hewl da em vebêjin ku koçberî ji bo jinan tê çi wateyê, tê wateya texrîbateke giran a mezin. Me bi lêkolînan hewl da nîşan bidin ku butçeya şer, derfetên me yên xizmeta tenduristî, perwerde û jiyaneke baştir ji destê me digire. Her wiha me hewl da ku em vebêjin ku şîdeta mêr bi şer û mîlîtarîzmê ve girêdayî ye. Me di civîn û foruman de nîqaş kir ku jin di şer de çi dijîn. Me li her derê vegot ku destûreke bingehîn a aştiyane bi aştiyê pêkan e.”
‘Me tecrubeyên li cîhanê her tim vegot’
Nîmetê her wiha destnîşan kir ku wan li her derê hewldanên tecrubeyên li cîhanê vegotine û ev tişt bi lêv kir: “Me tevlîbûna jinan li welatên cuda yên cîhanê ya pêvajoyên aştiyê bi israr axivî û me got divê planeke neteweyî bê nivîsin.”
‘Jin tevlî vê pêvajoyê nebin aştî nikare civakî be’
Nîmetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger jin di pêvajoya aştiyê de cih negirin, em dizanin ku kes pirsgirêkên wan nayne rojevê. Me bi gotina ‘gotina me ya em bêjin heye, hêza me ya em çareseriyê pêş bixînin heye’ ji bo zimanê aştiyê û têkoşîn bi bandor be, têkoşîna xwe meşand. Dema mirov li tecrubeyên cîhanê dinêrin dibînin ku ev pêvajo ji bo jinan zehmet derbas bûye. Di pêvajoyên aştiyê yên Tirkiyeyê de jî me got ev pêvajo ne hêsan e. Ji bo jinan xwedî girîngiyeke taybet e bêguman. Jin tevlî pêvajoyê nebin, aştî nikare civakî be. Ger zimanê aştiyê nebe, parçeyeke jiyane me, wê şert û mercên aştiyê yên gelan tune be.”
Nîmetê daxuyakirin ku li seranserê cîhanê bendewariya jinan a ji aştiyê heye û wiha got: “Em ji bo aştiyê di pêvajoyên girîng de ne. Hewldana me ya bendewariyên jinên cîhanê ya ji aştiyê, bikin yek heye; Divê di peymanên civakî de xalên der barê wekheviya zayendî hebin, nûnerjiya ji sedî 50 a jinan bikeve bin garantiyê, gumanbarên sûcên şer yên der barê jinan de bên dîtin, ji bo sûc êdî neyên kirin reformên li alî jinan bikevin jiyanê, divê bikeve bin garantiyê ku jin li ser qadê zimanê dayikê bi kar bînin, peymanên ku bi têkoşîna jinan hatine bidestxistin pêk bên û bên parastin. Her wiha divê ji bo aştiya mayînde jî israr bê kirin.”