ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 31 Tebax 2019
- Rojev
*Jinên navçeya Şêrewa yên herêma Efrînê li dijî kiryar û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bertek nîşan û gotin: "Em ê jin parastina gund û welatê xwe bikin û rê nedin dewleta tirk ku vîna me biçewisîne." DÎMEN HEYE
* Jinên Êzidî û Sûryan derbarê gefên dewleta tirk nerînên xwe anîn ziman û gotin: "Ax axa me ye, em tu carî dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin." DÎMEN HEYE
*Şîrê hêştirê, mirovan ji nexweşiyan diparêze û dermanê por, nexweşiya dil û gurçikan e. Şîrê hêştir mîna zêrê spî tê binavkirin.
*Li cîhanê li welatên weke Srî Lanka, Kosova, Fîlîpîn û Kolombiyayê di pêşketina pêvajoyên diyalogê de jinan cih girt û li Tirkiyeyê jî di 2009’an de BÎKG hat avakirin û bi vê re jinan di têkoşîna aştiyê de cih girtin. Aktîvîsta aştiyê Nîmet Tanrikulu, diyar kir ku ji bo aştî pêk bê divê pêşnûmeyên aştiyê yên alternatîf bên avakirin û ji bo aştiya mayînde israr bê kirin. DÎMEN HEYE
*Jinên hevparên TJA’yê, di mîtîngên 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê de di mîtîngên wê li Wan û Stenbolê pêk bên de bi rengên sipî û mor wê cihên xwe bigirin. Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor, ji bo mîtînga Wanê banga ‘Em li dijî zîhniyeta serdest ya mêr carek din israra xwe ya aştiyê nîşan bidin.’ kir. DÎMEN HEYE
*Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê dan û diyar kirin ku ger şaredarî dihatin xespkirin wê demê çima sindoq hatin avakirin, çima hilbijartin hatine kirin û diyar kirin ku wê xwedî li şaredariyên xwe derkevin.
DÎMEN HEYE