'Me ev park ji bo zarokan çêkir'

  • 16:55 30 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bultutekîn ku di vekirina parka li ser Kolana Mêrg Ahmedê hat vekirin de axivî got: "Me ev park ji bo zarokan vekir."
 
Ji aliyê Şaredariya Sûrê ve li ser Kolana Mêrg Ahmed parkek vekir. Di merasîma vekirina parkê ku hat kirin de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, parlamentera DHP'ê Salîha Aydenîz, hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Cemal Ozdemîr û Cemal Ozdemîr û Hevserokên HDP'ê Hulya Alokmen  Uyanik, Zeyad Ceylan û endamên meclisê tevli bûn. 
 
Fîlîz beriya vekirina parkê axivî û wiha got: Me ev park ji bo zarokan vekir. Ev park ji bo ku zarok tê de li gorî dilê xwe bilîzin hatiye vekirin. Me nav li parkê nekir ev parka vê taxê ye û bila navê wê jî kesên li taxê lê bikin."
 
Seçûk Mizrakli jî di axaftina xwe de ev tişt got: "Em xebata xwe berdewam dikin bila qeyûm jî li pişt paceyên bi zirx temaşe bikin û rûnên.  Lê şaredariyên me bi gelê xwe re xebata xwe berdewam dikin. Em ê bi ser kevin."
 
Piştî axaftinan park hat vekirin û kurdaleyat birîn li zarokan hat parvekirin.