Mîtinga 1'ê Îlonê ya Silopiyayê hat qedexekirin
- 15:31 30 Tebax 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopî, destûr ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê nehat dayîn.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, destûr ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê nehat dayîn. Mîtînga ku wê bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vê bihata li darxistin, qeymeqamtiya navçeyê destûr nedayê. Serlêdana mîtîngê, bi hinceta qedexeya 15 rojan a biryara Walîtiya Şirnexê hat redkirin.