Li Wanê çalakiya runiştinê di roja 12’emîn de didome

  • 14:48 30 Tebax 2019
  • Rojane
WAN-12 rojin li Wanê li dijî tayinkirina qeyûman çalakiya runiştinê didome. Çalakî di roja xwe ya 12’emîn de bi dirûşmên”Dê qeyûm here gel dê bimîne” hate lidarxistin. 
 
12 roj in li Wanê  çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bê navber didomin. Walatî û HDP'yiyan li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Riya Armûşê 12 rojin çalakiya runiştinê didomînin.  Parlamenterên HDP'ê  Dîlan DirayetTaşdemîr Murat Sarısac, Muazzez Orhan, Ahmet Şik, Şevîn Coşkun,Serpîl Kemalbay, Huseyin Kaçmaz, Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabulak Umît Dede û Meclîsa Dayikên Aşitiyê tevlî çalakiyê bûn.
 
Li ser navê HDP’yiyan parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik axivî. Ahmet bi lêv kir ku hikûmet bi zêdekirina tundiyê dixwaze demokrasiyê ji holê rake û wiha axivî;” Turkiye bûye welatê darbeyan. Niha ji bi navê qeyûman darbeyek pêk hat. Li Tirkiyeyê darbê  bûne wekî kevneşopiyekê. Qelsbûna xwe û talana xwe dixwazin bi zêdekirina êrîşan veşêrin. Ew tiştê ku em niha dijîn tiştekî ne ji vî tiştî cuda ye. Li dijî van êrîşan divê em bi hev re ji darbeya qeyûm re bibêjin na. Divê ne zimanê şer, zimanê aşitiyê li welat belav bibe. Em ê tu car dev ji daxwaziya aşitiyê bernedîn. Ew çi bikin bila bikin dê hêza wan têra neke ku welat bikin tarîtiyê. Çi dikin bila bikin dawiya wan nêz e.  Ez ji vê yekê bawer im hûn ji bawer bin. Sala 2020’an sala dawîbûna AKP’ê û MHP’ê ye.  Bila ev wisa bê zanîn. Em ê her tim hebîn û em ê bibin hêviya gel.” 
 
Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakiya runiştinê bi dirûşmên”Wê qeyum here,gel dê bimîne” bi dawî bû.