Ji TJA’yê banga tevlîbûna mîtîngên 1'ê Îlonê

  • 14:09 30 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Tevgera Jinên Azad bi minasebeta 1'ê Îlonê bang li jinan kir û got: "Hemû jin dê bi cilên xwe yên kurdewarî û bi lacikênspî dê tevlî mîtîngên Wan, Amed û Stenbolê bibin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û banga tevlîbûna mîtîngên Amed, Wan û Stenbolê kir. Di daxuyaniye nivîskî de hat diyar kirin ku jin dê bi cilên xwe yên kurdewarî û bi laçikênspî dê tevlî mîtîngan bibin. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de qala zîhniyeta serdest hat kirin û wiha hat gotin: "Zîhniyeta serdest a mêr ji bo îktîdara xwe li pêş bixe li hemberî civakê polîtîkayên şer diafirîne. 40 sal in li ser erdnegariya me şerek heye û birînên kûr vekiriye. Bi kûrkirina şer li hemberî gel û jinan zext û zordarî zêdetir bûn. Çend roj şûnde em ê Roja Aştiya Cîhanê pêşwazî bikin, lê van rojan vîna gel hatiye xespkirin û şîdeta li hemberî jinê her ku çûye zêdetir bûye."
 
Di dawiya daxuyaniya Tevgera Jinên Azad de bang li jinan hat kirin û wiha hat gotin: "Di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de dê li Wan, Amed û Stenbolê mîtîng bên lidarxistin. Em bang li jinan dikin ku bila bi cilên xwe yên kurdewarî û bi laçikênspî tevlî mîtîngan bibin. Em ê ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk li qadan bicivin."