Polîsan mudaxaleyî pankarta 'Hevserokatî xeta me ya mor e' kirin
- 13:18 30 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Bi sedan jinî piştgirî dan çalakiya li dijî qeyûman a rûniştinê ya bi beşdarbûna parlamenterên HDP'ê, hevserokên şaredariyan û gel li Amedê di roja xwe ya 12'emîn de didome. Jinan di çalakiya rûniştinê de peyama 'Hevserokatî xeta me ya mor e' dan.
Çalakiya rûniştinê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman a li bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 12'emîn de didome. Welatiyên ku li Kolana Lîseyê hatin gel hevdu dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin,"Li dijî qeyûman yekîtî","Maf hiqûq HDP" hatin berzkirin. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Remziye Tosun, Saliha Aydeniz, Feleknas Uca, Musa Farısogullari, Semra Guzel beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha îro Hevserokên Şaredariya Êlihê, Kongreya Îslama Demokratîk û hemû sazî û meclîsên jinan jî piştgirî dan çalakiyê.
Bi sedan jinî heta qada çalakiya rûniştinê ya Liseya Ziya Gokalp dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Jinan bi çepik û tililiyên xwe meşa xwe pêk anîn.
Di meşê de polîsan mudaxaleyî pankarta "Hevserokatî xeta me ya mor e" kirin û nehiştin jin pankartê hilgirin. Polîsan di heman demê de nehiştin rojnameger dîmen bikşînin.
Jin dema gihaştin hinda barîkatên polîsan pankarta xwe vekirin û derbasî qada çalakiya rûniştinê bûn.
Çalakî bi tilîlî, dirûşme, stran û çepikan didomin.