Çalakiya dengderxistinê ya li dijî qeyûman didome
- 09:14 30 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Li Amedê çalakiya dengderxistinê û girtin û vekirina ceylanê didome.
Li dijî qeyûmên tayînî Mêrdîn, Amed û Wanê hatin kirin, li Amedê çalakiya dengderxistinê û girtin û vekirina ceylanê didome. Li navçeya Rezan a Amedê do welatiyan saet di 20.00'an de çalakiya dengderxistin û vêxistin û vemirandina ceylanê pêk anî. Di heman saetê de partîyiyên ku Parlamenetera HDP'ê Saliha Aydeniz jî di nav de bû, ji bo mîtinga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê belavok hatin belavkirin. Di dema belavkirina belavokan gel bi derxistina deng, çepik û girtin û vekirina ceyranê piştgirî da HDP'yan.
Welatiyan ji şaneşînên xwe dirûşma ku di hilbijartinê herêmî ya 31'ê Adarê de HDP'ê bi kar anîbû ya 'Amed a me ye' berz kirin.
'Li îradeya xwe xwedî derkeve Amed'
Li Navçeya Sûrê jî HDP'yan bi çepikan belavok belav kirin. Di dema belavkirina belavokan de dirûşmên "Em natirsin, bêdeng namînin, serî natewînin","Dê roj were AKP dê hesab bide gel","Li îradeya xwe xwedî derkeve Amed" hatin berzkirin.