Dayikên Aştiyê: Divê di 1’ê îlonê de her kes dakeve qadan

  • 09:09 30 Tebax 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê ku bi salan e li qadan têdikoşin, ji bo mîtînga 1’ê îlonê bang kirin û gotin: “Em di aştiyê de israr dikin. Ger ku em bibin yek wê teqez aştî bê.”
 
1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Tirkiyeyê dîsa bi operasyon û şer tê pêşwazîkirin û banga aştiyê ya gelan bi salane bê bersiv tê hiştin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ku bi salane di vê platformê de têdikoşin, derbarê 1’ê îlonê de bang kirin.
 
‘Çareserî heye, çima mirin’
 
Dayika Aştiyê Perîhan Akbulut got ew koçber e, bi hezaran kes jî wek wê mexdurên koçberiyê ne û wiha pê de çû: “ Di şerê 40 salî de tê kirin hem kurdan û hem jî tirkanan bedelên mezin dan. Vî welatî êşên mezin kişandin. Çareserî heye lê çima mirin? Gelê Kurd di dîroka Komarê de rastî her cureyê komkujiyê hat. Kurd mafên xwe dixwazin. Tiştekî din naxwazin. Bi salan e yekane daxwaza me aştî ye. Me zarokên xwe û gundên xwe di vê rêyê de dan. Tiştek di destê me de nema. Lê em dest ji doza xwe bernadin.”
 
‘Her roj jinek dimre û encama şer e’
 
Perîhanê bi lêv kir ku jin her cureyê zexta ku şer bixwe re tîne dijîn û ev tişt bi lêv kir: “Li vî welatî he roj jinek tê kuştin, ev encama şer e. Ev girêdayî şer e. Mirov nan nabînin. Aborî ji çekan re tê veqetandin. Li kolanê ciwan betal in.Ev hemû encama şer in. Em dibêjin ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”
 
‘Bê Ocalan çareserî nabe’
 
Perîhanê balkişand ser pêvajoya çareseriyê ya di 2013’an de hat destpêkirin û got: “Di vê pêvajoyê de em hemû ketin kelecanekê. Wekê ku me nû dest bi jiyanê kiribe. Me got wê aştî bê zarokên me nemirin. Em ji bo pêvajoya aştiyê bûn mertalên zindî. Me li çiyan nobet girt, kon veda. Çareserî girêdayê Birêz Abdullah Ocalan e. Bê Ocalan çareserî nabe. Em ê di 1’ê îlonê de li qadan bin. Divê hemû kesên li dijî vê zilmê li qadan bin.”
 
‘Ji bo bidawîbûna şîdetê divê şer bi dawî bibe’
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokyuz destnîşan kir ku jin gelek ji şer bi bandor dibin û wiha pê de çû: “Jin êdî nikarin li kolanê bimeşin. Ev jî parçeyeke şer e. Me di pêvajoya aştiyê de digot wê şer bidawî be. Mixabin berdewam kir. Ger aştî pêk bihata wê cîhana me xwişktir bûna. Abdullah Ocalan dixwaze ji nû ve pêvajoya aştiyê bide destpêkirin. Aştî tiştekî pir xweş e. Dewlet pêngavekê bavêje wê berdewama wê bê.
 
Ji bo aştiyê berpirsyarî dikeve ser milê dayikan. Dayikên leşkeran jî di nav de. Divê her kes destê xwe bike bin kevir. Ez ji bo 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî bang li hemû kesî dikim ku tevlî bernameyan bibin. Dema gel bibin yek teqez wê aştî jî pêk bê.”