Dayika Şemiyê Emîne Ocak: Bila her kes bizane mirov çawa dikarin li ser piya bisekinin
- 09:05 30 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - Dayika Şemiyê Emîne Ocak, bi wesîleya 30’ê Tebaxê Roja Windayê Cîhanê têkoşîna xwe ya 4 salan bi nameyekê vegot û got: “Ez vebêjim ku bila neyê jibîrkirin. Ez vebêjim ku;Dayikên zarokên xwe winda kirine, edalet nedîtine û hêviya xwe winda nekirine çawa li ser piyan disekinin.”
30’ê Tebaxê Roja Windayên Cîhanê di 1981’ê de li Kosta Rîka ji aliyê Federasyona Komeleyên Malbatên Windayên Latîn Amerîkayê ve hat îlankirin û piştre jî bi pêşengiya NY’ê ji bo balê bikşînin ser pirsgirêka windayan her sal bi bernameyan derbas dibe. Lijneya Giştî ya NY’ê di 1992’an de ‘Deklerasyona Parastina Ji Windabûna Bi Zorê Parastin’ weşand. Piştre di 2006’an de Peymana Navneteweyî ya Parastina Windakirina Bi Zorê ya NY’ê qebûl kir û ji 2010’an heta niha di meriyetê de ye.
Li Tirkiyeyê bi armanca aqûbeta windayan bê pirsîn û berpirs bên darizandin ji 1995’an heta niha Dayikên Şemiyê tên cem hev. Yek ji van dayikan Emîne Ocak e. Emîneyê têkoşîna 24 salan û qedexekirina Qada Galatasarayê ya ku saleke wisa ye bi nameyekê ji ajansa me JIN NEW’ê re nirxand.
Emîneyê di nameya xwe de cih da van îfadeyan:
"*Ji bo hevala me Elmas Eren a di 19’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da û hemû hevalên min yên têkoşînê …
Roja windayên cîhanê ye îro. Ji bo winda bên dîtin û balê bikşînin ser rewşa malbatan NY’ê 30’ê Tebaxê tercîh kiriye. Di rojek wisa de dixwazim tiştên min 24 salan de jiyaye vebêjim. Ez vebêjim ku bila neyê jibîrkirin. Ez vebêjim ku, bila her kes bizane ku dayikên zarokên xwe nedîtine û hêviya xwe winda nekirine, çawa li ser piya disekine.
Em her hefte li Galatasarayê ji bo windayên xwe dihatin cem hev. Lê salek qedexe kirine. Bi şîdetê wir li me girtin. Li Galatasarayê dagikirina kesên ji zilmê şerm nakin heye.
Dixwazin kes sûcên dewletê neaxivin
Dixwazin ku em li windayên xwe yên ku dewletê revandine negerin. Dixwazin em sûcan neaxivin. Dixwazin ku kes îtîrazê bêdadiyê neke. Di 25’ê Tebaxa 2015’an de em Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê cara 700’î wê bihata cem hev. Me yê dîsa li aqûbeta zarokên xwe bipirsiya. Gelo daxwazkirina vê çawa dikare bê qedexekirin. Ev 53 hefte ye em nikarin biçin wir. Lê me dest bernedaye ku…Ew dibêjin qey wê bi zext û qedexeyan pêşî li me bigirin.
Ez yek ji yekem dayikên ku derketina Qada Galatasarayê me
Ez di 27’ê Gulana 1995’an de çûm Galatasarayê. Yek ji dayikên ewil im. Kurê min Hasan Ocak mamoste bû. Mirovekî baş bû, alîkar bû, hezkirina xwezayê di dilê wî de bû. Sosyalîst bû. Ji zarokan pir hez dikir. Di 21’ê Adara 1995’an de li min geriya. Got ji bo keça xwe Ayselê masî û paste wê bigire. Carek din jî nehat malê. Em çû ku me nedît. Yên ew di bin çavan de dîtibûn digotin îşkenceya giran lê kirine. Digotin di lîsta binçavkirinê de navê Hasan jî hebû.
Min wê demê bi malbatan re ÎHD nas kir. Ez ne kesa ewil a ev zilm dîtibû. Ji bo kesên din vê êş û zilmê nejîn me dest pê kir û ji bo hinekên din em bûn hêvî.
Min tu car hêviya xwe winda nekir
Min serî li her derê da. Êşa kurê min kezeba min peritand. Lê min tu car dest ji doza xwe berneda. Ez li kurê xwe geriyam. 58 roj şûnde di qeydên tipa edlî de min wêneyê kurê xwe dît. Îşkence lê kiribûn, ji bo rûyê wî neyê nasîn parçe kiribûn. Zarokên min ew wêne nîşanî min nedan. Hasanê min ne bêkes bû, lê ji bo kes îşkenceyê nebîne, li goristana bêkesan defin kiribûn.
Me Hasan ji wir derxist, bir goristana xwe. Piştre me biryar da ku em her şemî li Qada Galatasarayê bên cem hev. Malbatan her ku bihîstin hatin cem me. Em li Galatasarayê mezin bûn. Her ku dengê me bilind bû winda jî kêm bûn.
Di hefteyên me yên 300,400,500 û 600’î de bi hezaran kes hatin cem me. Bi me re wêneyên me hildan. Bêguman her tim yên ku nexwestin em biçin wir hebûn. Em xistin bin çavan, xistin girtîgehan jî me dest ji hev berneda.
‘Ez bi saya we dijîm’
Sal 1997 an jî 1998 bû. Ciwanek hat gel me. Destê me maç kir û li ber girî bû. Dayika wî her tim digiriya. Ciwan got ‘ez 18 rojan di bin çavan de mam. Ez jî winda dikirim lê polîsan gotiye ‘me yê tu jî winda bikira lê wê dayika te jî biçûna Dayikên Şemiyê. Ji ber vê em te berdidin. Ez bi saya we dijîm.’ Em wê rojê ji ber vê gelek kêfxweş bûbûn.
Qada Galatasarayê 53 hefte ye bêdeng e. Serokwezîrê demî Tayyîp Erdogan ku got ‘pirsgirêka we pisgirêka kabîna me ye’ niha serokomar e. Soza xwe neanî cih. Sedsal jî derbas be ev îşkence nayê jibîrkirn. Em dixwazin ku êdî sûcên xwe qebûl bikin. Bila qasa me vebikin. Ji roja Galatasaray qedexe kirine nûçeyên windayan zêde bûn. Du malbat ji zarokên xwe agahiyê nagirin. Gelo ji bo mirovan winda bikin, her kesî bêdeng dikin. Min kurê xwe winda kir, di her nûçeyê de kezeba min dişewite.
Em bi dayikên Arjantînê re jî hatin cem hev, ez ji wir dizanim, em dest jê berdin em ê xwe negîhinin windayên xwe. Em dest jê berdin û winda zêde bibin.
Wê hesab bidin
Min sozek daye hevalên xwe yên ku zarok, hevjîn û xwişk û birayên xwe winda kirine. Ji bo hesab nedin dipên ku em hemû bimirin. Lê wê bi awayekî hesab bidin. Em ê heta dawî têbikoşin.
Herî dawî min soz da hevala xwe Elmasê; em ê li Galatasarayê rojekê dîsa wêneyên zarokên xwe hildin.