'Roja çalakî hebû, li wir çi karê we hebû?'
- 09:03 30 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê bû şûnde rojnamegerên bertekên gel nîşan dan li Mêrdînê hatin binçavkirin. Rojnamegera JINNEWS’ê Rojda Aydin da zanîn ku tevî gotine ew rojnameger in jî rastî şîdetê hatine û pişt ve hatine kelepçekirin û got: “Polîsan ji me re got çi karê we li çalakiyê hebû. Ji ber em rastiyan nîşan didin polîs gelek nerehet bûn.”
Di 19’ê Tebaxê de ji bo şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Amed û Wanê qeyûm hat tayînkirin û piştî vê gel daket qadan û bertekên xwe nîşan da. Di çalakiyan de gel rastî zextên tund ên polîsan hatin û her wiha xebatkarên çapemeniya azad jî bûn hedef. Di 20’ê Tebaxê de rojnamegera JINNEWS’ê Rojda Aydin, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Şahd Oruç, Ahmet Kanbal, Rojnameger Halîme Parlak û Nurcan Yalçin tevî ku gotin ew rojnameger in jî bi şîdetê hatin binçavkirin.
‘Bi awayekî tund mudaxale kirin’
Rojndayê bi lêv kir ku ji 19’ê Tebaxê heta niha li hemberî qeyûmên tayînî şaredariyên HDP’ê bûne gel li kolanan e û got: “Di 20’ê Tebaxê de jî bi sedan welatî li ber şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê kom bûbûn. Em xebatkarên çapemeniya azad jî li wir bûn. Polîsan bi awayekî tund mudaxale kir û gaza îsot û ava şid avêtin welatiyan. Gelek kes birîndar bûn.”
‘Li hember çapemeniya alîgir şîdet tunebû’
Rojdayê bi lêv kir ku piştî dîmen di çapemeniyê de hatin dîtin şûnde rojnameger hedef hatine girtin û got: “Piştî vê em hatin binçavkirin. Dîmenên me kişandibûn rastî nîşan didan. Ji bo rayagiştî nebîne em hatin girtin. Dema em hatin binçavkirin em rastî şîdeta polîsan hatin û destên me ji pişt ve kelepçe kirin. Lê li hember nûçegîhanên çapemeniya alîgir tu tiştek nehat kirin. Lê em 5 rojnamegerên çapemeniya azad hatin binçavikirin.”
‘Biçin rojnamegeriya xwe bikin’
Rojdayê destnîşan kir ku ji bo rastî neyên dîtin ew hatine binçavkirin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozgeriya Mêrdînê jî ji parêzerên me re got ‘heta çalakî neqedin em wan bernadin’. Piştî 4 roj binçavkirinê îfadeya me divê bihata girtin. Lê nehat girtin û dem hat dirêjkirin. Di roja 7’an de îfadeya me girtin. Ji me re gotin ‘roja çalakî li wir hebû, we çi dikir?’. Lê me jî got dema em hatin binçavkirin me bi bi dehan carî got em rojnameger in. Ji ber me rastî nîşan dida em binçav kirin.”
‘Em tu car bêdeng neman û wê nemînin’
Rojdayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman re gelek rojnameger bûne hedef û daxuyakirin ku rastî tu car nikare bên reşkirin û got ew tu car bêdeng nemane û wê ji vir şûnde jî bêdeng nemînin. Rojdayê her wiha da zanîn ku mafê girtina tu car nikare bê astengkirin û ew vê qebûl nakin.