ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2019'AN
- 09:00 30 Tebax 2019
- Rojev
*Jinên gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa derbarê avakirina sînor a di navbera xaka Şêrewa û Efrînê de bertekên xwe nîşan dan û gotin: "Em ê dîwaran hilweşînin û vegerin Efrînê." DÎMEN HEYE
*Keça bi navê Rûzîn Cengîz Dodo ya ji Efrînê û li Şehbayê bi cih bûye, bi helbestên xwe hest û ramanên xwe yên li hember dagirkeriyê dide nîşandan. Rûzînê got: "Em bi rêya nivîsandina helbestan berxwedana gel ji cîhanê re nîşan bidin."DÎMEN HEYE
*Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê bû şûnde rojnamegerên bertekên gel nîşan dan li Mêrdînê hatin binçavkirin. Rojnamegera JINNEWS’ê Rojda Aydin da zanîn ku tevî gotine ew rojnameger in jî rastî şîdetê hatine û pişt ve hatine kelepçekirin û got: “Polîsan ji me re got çi karê we li çalakiyê hebû. Ji ber em rastiyan nîşan didin polîs gelek nerehet bûn.”
DÎMEN HEYE
*Dayika Şemiyê Emîne Ocak, bi wesîleya 30’ê Tebaxê Roja Windayê Cîhanê têkoşîna xwe ya 4 salan bi nameyekê vegot û got: “Ez vebêjim ku bila neyê jibîrkirin. Ez vebêjim ku;Dayikên zarokên xwe winda kirine, edalet nedîtine û hêviya xwe winda nekirine çawa li ser piyan disekinin.”
*Dayikên Aştiyê ku bi salan e li qadan têdikoşin, ji bo mîtînga 1’ê îlonê bang kirin û gotin: “Em di aştiyê de israr dikin. Ger ku em bibin yek wê teqez aştî bê.”
* Ekolojîst Suheyla Dogan diyar kir ku dewleta ku madenên welat pêşkêşî şîrketên navneteweyî dike, ya dibe alava hêrsa kar a şîrketên pir netewî an jî dibe hevkarê wan û divê li her derê teşeyên cuda yên têkoşînê bê bikaranîn.DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP'ê Pero Dundar diyar ku çalakiyên bê îtiaatiya sivîl û bertekên gel yên li hemberê tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên HDP’ê , mafekî rewaye û got: “Bacê wek şîdet li gel vedigerin bila neyên razan. Ji ber ku vê ne wek xizmet wek şîdet û diziyê tê bikaranîn. Ev mafê meyê herî rewa ye.”DÎMEN HEYE