Mêrdîn 11 roj in li ber xwe dide

  • 16:03 29 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - 11 ro jin li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman tê lidarxistin. Çalakî di bin dorpêça polîsan de tê lidarxistin. 
 
Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, di roja 11'emîn de bi tevlîbûna parlementer, rêveber û endamên meclîsa şaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek welatiyan berdewam kir. Çalakî li Parka Karayollarî ya navçeya Artûklû hat lidarxistin. Nêzî 2 saetan çalakiya  rûniştinê pêk hat, bê navber dirûşme berz kirin û stran gotin. Her wiha polîsan destûr nedan ku welatî bikevin qadê. Welatiyan jî, li ser vê yekê ji dûr ve bi lêxistina çepikan piştgirî dan HDP’iyan. HDP’iyan piştî çalakiya rûniştinê, daxuyanî dan.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz daxuyanî da, lê daxuyaniya wî bi anonsên polîsan tim hat birîn. Koma jî, bi lêxistina çepikan bertek nîşanî polîsan dan. Necdet, li gel hişyarinên polîsan jî axaftina xwe dewam kir û wiha got: “Em ê li dijî qeyûman bertekên xwe dewam bikin. Em li ber xwe bidin. Emê bêdeng nemînin. Em natirsin. Emê bi hevre qezenc bikin.” 
 
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Ji me re dibêjin ev rêxistina terorê ne. Ez jî dibêjim ku ger hûn li rêxistina terorê bigerin, li AKP’ê mêzê bikin. Werin em ji li vê derê dest pê bikin û li dijî vê rêxistina terorê bi hevre têbikoşin.”
 
Komê piştî daxuyaniyê, bi berzkirina dirûşmeyan ber bi avahiya HDP’ê ya Mêrdînê ve meşiya.