Li Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin
- 14:28 29 Tebax 2019
- Rojane
RIHA - Polîsan li Pirsûsê bi ser malan de girtin, 2 HDP’iyên endamên meclîsa şaredariyê û rêveberiyek partiyê binçav kirin.
Polîsan li navçeya Pirsûs a Rihayê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin, 2 HDP’iyên endamên meclîsa şaredariyê Fatma Taş Ekmez û Sûphî Koçyîgît û rêveberiyekê partiyê Vahît Akgun binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr û derbarê hinceta binçavkirina wan de tu agahî nehatin girtin.
Li aliyê din duh jî li Pirsûsê Nûh Ceyran, Osaman Akgun, Ahmet Dagtelîn, Halîl Demîr, Kadîr Samûr û Mehmet Samûr û du birayên hev Osman û Mehmet Kiliç li navçeya Hewagê hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan tên girtin.