Ji bo mîtinga 1'ê Îlonê destûr hat dayin
- 13:32 29 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Walîtiyê destûr da mîtinga 1'ê Îlonê ya ew ê bi dirûşma "Ji bo aştiyek bi rûmet çareseriya demokratîk" li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk were.
Walîtiyê destûr da mîtinga 1'ê Îlonê ya ew ê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi dirûşma "Ji bo aştiyek bi rûmet çareseriya demokratîk" li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk were. Dê Hevserokê HDP'ê yê Giştî Sezaî Temelî û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê ku qeyûm dewsê hat tayinkirin, Selçûk Mizrakli beşdarî mîtîngê bibe. Her wiha tê payin ku gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakê yên sîvîl beşdarî mîtingê bibin.