Jinên Kurd ên li Rûsyayê qeyûm şermezar kirin
- 12:44 29 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li navçeya Kranîkût a bajarê Saratov ê Rûsyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kirin.
Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li navçeya Kranîkût a Rûsyayê ji aliyê jinên Kurd ve hat şermezarkirin.
Ji rêveberên Tevgera Jinê ya Rûsyayê Fatma Kadîrova li hewşa Komeleya Çanda Kurd a Krasnîkûtê axivî û got, "Divê dewleta Tirk siyaseta xwe ya înkarkirina Kurdan bi dawî bike."
Kadîrov anî ziman ku gelê Kurd divê li dijî vê neheqî û talanê têkoşîna xwe geş bike û got, "Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê em dibêjin ku di vê têkoşîna mafdar de em bi wan re ne. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku li pêşberî vê neheqiyê bêdeng nemînin û hebin hevparê vê yekê."
Çalakî bi berzkirina dirûşmên li dijî AKP-MHP'ê bi dawî bû.