Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 12:17 29 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo ku roja duşemê biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê girtî Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Melîha Çetîn û keça Çetîn Eylem Çetîn jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbat herî dawî di 5’ê hezîran û 12’ê tebaxa 2019’an de, çûbûn hevdîtina xizmên xwe.