Li dijî dagirkeriyê li kolanên Kobaneyê belavok hatin belavkirin
- 11:34 29 Tebax 2019
- Rojane
KOBANÊ - Di çarçoveya hemleya "Li dijî dagirkeriyê azadiya xwe biparêze" li kolanên Kobaneyê belavok hatin belavkirin.
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) li dijî gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemleya bi dirûşmeya "Li dijî dagirkeriyê azadiya xwe biparêze" li Kantona Kobanê dabûn despêkirin. Di çarçoveya hemleyê de ji hêla Jinên Komînîst ên Şoreşger û Ciwanên Komînîst ên Şoreşger li kolanan belavok hatin belavkirin.
Belavokên ku bi kurdî û erebî li kolana Tilelê ya Kobaneyê hatin belavkirin. Her wiha pankarta bi kurdî û erebî "Li dijî dagirkeriyê azadiya xwe biparêze" hatî nivîsandin li kolanê hat daliqandin. Hat diyar kirin ku ji bo xwedî li derketina pêşeroja zarokan, destkeftiyên şoreşa jinê, mîrasa têkoşerên azadiyê, ziman, çand, dîrok, rûmet û şikandina dagirkeriyê li ber xwe didin.
Hemleya SYPG'ê wê bi çalakiyên curbicur li Kantona Kobanê berdewam bike.