Ji bo keça Emîne Bulut vasî hat tayînkirin
- 11:10 29 Tebax 2019
- Rojane
ENQERE - Ji keça 10 salî re ya Emîne Bulut ku ji aliyê Fadaî Varan ve hat qetilkirin ji bo 8 salan vasî hat tayînkirin.
Ji keça 10 salî re ya Emîne Bulut ku ji aliyê Fadaî Varan ve hat qetilkirin ji bo 8 salan vasî hat tayînkirin. Li ser daxwaza Wezareta, Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî parêzerekî ku ji aliyê Dadgeha Sulh Hiqûqê ya Kirklareliyê ve hat erkdarkirin ji bo keça Emîneyê wekî vasî hat tayînkirin. Parêzer heta ku keça Emîneyê bibe 18 salî wê mafê wê ye kesana e û pereyê ku ji bo wê hatine razandin biparêze.
Doza Fedaî Varan ku jê tê darizandin wê daneşîna wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê giran di 9'ê Cotmehê de bê dîtin.