Li Silopiyê bêtehemûliya li dijî pankartê
- 10:46 29 Tebax 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Piştî ku qeyûm tayînê sê şaredariyan hat kirin Rêxistina HDP’ê ya navçeya Silopiyê pankarta wêneyên sê hevşaredar û nivîsa ku “Vîna gel nikarin xesp bikin” dinivîsî li avahiya navçeyê daliqandibû ji aliye polîsan ve hat daxistin.
Di 19’ê tebaxê de qeyûma ku tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hat kirin li çar aliyê Tirkiyeyê hat şermezarkirin. Piştî ku qayim tayînê sê şaredariyan hat kirin Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Silopî ya Şirnexê wêneyên sê hevşaredar û nivîsa ku “Vîna gel nikarin xesp bikin” dinivîsî li avahiya navçeyê daliqandibû ji aliye polîsan ve hat daxistin.