Ji bo malbata welatiyê bi wesayîta zirxî hat pelçiqandin îhtarnameya lêçûnê

  • 09:12 29 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Li Licê di 2017’an de di 2 bûyerên ku wesayîtên zirxî tevlîbûn de 8 kesî jiyana xwe ji dest dabû û gumanbar bi raporên hatin amadekirin bê ceza hatin hiştin. Midûriyeta Emniyeta Amedê ji bo malbata Fîkrî Demîrbaş îhtarname şand û ji bo zirara wesayîta zirxî 250 hezar Euro hat xwestin.
 
Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê ya weke‘Li herêma Rojhilat û Başurê Rojhilatê Anatolyê di encama lêketina wesayîtên zirxî de’ di 10 salan de 63 bûyer hatine jiyîn 16 jê zarok û 6 jê jin bi giştî 36 sivîlî jiyana xwe ji dest dane û 85 kes jî birîndar bûne. Li Amedê jî tenê di navbera 2016-2018’an de di 6 bûyeran de 2 zarok bi giştî 12 sivîlî jiyana xwe ji dest dane.
 
Der barê wesayîtên zirxî ku dibe sedema mirinan de tu lêkolîn nayê kirin tedbîr nayên girtin û raporeke ku bi rayagiştî re hatiye parvekirin jî tune ye.  Ajokarên wan polîs û leşker jî ji dozên hatin darizandin bê ceza hatin hiştin.
 
Lêgerîna edaletê ya malbatan didome
 
Li Amedê di 19’ê Hezîrana 2017’an de wesayîta zirxî li wesayitekê xist û 3 kesî jiyana xwe ji dest dan. Kesên tevlî şîna wan bûn jî aqûbeta wan heman bû. Wesayîta zirxî dîsa li wesayîtê xist û 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn lêgerîna edaletê berdewam kirin. Tiştên ku malbatên  Zîlan  Yamankiliç û Fikrî Demîrbaş nîşan dide ku pergala daraza tirk çawa dimeşe.
 
Xwendekara dibistana seretayî bi wesayîtê hat qetilkirin
 
Xwendekara dibistana seretayî ya pola 4’an Zîlan Yamankiliç di 19’ê Hezîranê de li Licê di wesayîta ku wesayîta zirxî lêxist de jiyana xwe ji dest da. Di heman mînîbusê de Remzî Menteşe û Îlhan Ayaş jî jiyana xwe ji dest dan. 8 rêwiyên din jî birîndar bûn.
 
Di girtekan de hat gotin ku lastîkên pêşî yê wesayîta zirxî teqiyane û ajokar bi lez ajotiye. Polîsê gumanbar ê hat binçavkirin jî hat berdan. Kesê zane yê Cenderme û Trafîkê jî raporek amade kir û got ajokar polîs Burhan Kolbaş bi 8/8 bi qusur e (tam bi qusur e). Lê Daîreya îhtîsas a Trafîkê ya Serokatiya Koma Enqereyê ya Saziya Tipa Edlî (STE) jî berovajî vê got lastikên teqiyaye bi qusur in.
 
2’emîn Dadgeha Hiqûqî ya Asliyeyê ya Amedê jî rapora STE û Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê li ber çavan girt û îdia kir ku lastikên teqyayî bi qusur in û doza tazmînatê ya ku malbata Zîlanê li Walîtiya Amedê vekiribû jî red kir. Her wiha dadgehê lêçûna vekaleta parêzerê Walîtiyê û lêçûna dadgehê 2 hezar û 745 Tl daxwaz kir ku malbat razîne. Dosya niha li Dadgeha Îstînafê ye.
 
Îdianameya der barê polîsê gumanbar de jî 2 sal şûnde hat temamkirin. Ji bo polîs ‘bi teqsîrê bûye sedema mirina ji yekî zêdetir kesî’ ji 2 salan heta 15 salan ceza hat xwestin. Rûniştina yekem wê di 26’ê îlonê de li 3’emîn dadgeha cezaya giran a Amedê bê dîtin.
 
Dîsa wesayîta zirxî dîsa komkujî!
 
Di 20’ê Hezîranê de jî ji bo kesên jiyana xwe dest dabûn mala şînê hatibû avakirin û Fîkrî Demîrbaş û dayika wî Zeynel Demîrbaş, xalê wî Mahmut Oner û pismamên wî Mevlut Dagtaş û Abdulhamît Dagtaş çûbûn şînê û dema vedigeriyan wesayita zirxî ya kobra li wesayîta wan xist. Di wesayîtê de 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê wesayîta zirxî jî piştî îfadeyê hat berdan.
 
Ajokarê wesayîtê Fîkrî Demîrbaş di girteka tespîtê de bi qusur hat dîtin û ajokarê wesayîta zirxî Nuh Îpek jî di asta duyem de bi qusur hat dîtin.
 
Dozgeriyê bi biryara neşopandinê dosya girt û parêzeran li dijî biryarê li Dadgeheriya Cezaya Sulh a Amedê îtîraz kir û îtîraz jî dipê.
 
Piştî dosya hat girtin Midûriyeta Emniyeta Amedê, ji malbata Fîkrî Demîrbaş re îhtarname şand û daxwaz kir ku wesayîta zirxî ya bihayê wê 350 hezar re, zirara wê ya 250 hezar eûro ji dema bûyer pêk hatiye heta niha bi faîz bê dayîn. Hat gotin ku di rewşa tazminat neyê dayîn de wê doz der barê wan de bê vekirin. Malbatê her wiha piştî bûyerê lêçûna otopark û kişandin wesayîta zirxî 2 hezar û 500 TL pere jî da.
 
Parêzerê malbata Fîkrî Demîrbaş, diyar kir ku rapora ku STE’ê amade kiriye û biryara neşopandinê ya dozgeriyê bi awayekî dijhiqûqî hatiye dayîn û ji ber şahidên bûyerê û qeydên kamerayê tunebûn gelek guman û pirsnîşan jî bixwe re anîne. 
 
Malbata Fîkrî Demîrbaş jî got girtina lêpirsîn û xwestina tazmînakê ew du car êşandine. Halîme Demîrbaş bi lêv kir ku hevjînê wê yekane berpirsê bûyerê hatiye nîşandan û bertek nîşanî girtina dozê da û got ev pêkanîn qet ne wijdanî ye û got: “Pereyê wesayîta ku hevjînê min kuşt û zarokên min bê bav hişt ji me dixwazin. Gelo kîja wijdan vê qebûl dike. Em di kirê de ne. Ji malbatê yek kes dixebite. Gelo em ê vî pereyî ji ku bînin?”