‘Em ê di 1’ê îlonê de bi rengên xwe li qadan bin’
- 09:11 29 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku wê di 1’ê îlonê de bi cil û berg û laçikên xwe yên spî li qadan bin û wiha gotin: “Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên şer bede û êdî ji bo aştiyê li ser maseyê rune. Em ê jî bi rengên xwe yên spî li qadan bin.”
1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz dibe, ligel vê li Tirkiyeyê tehdîdên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasyonên dersînor, tayînakirina qeyûman, operasyonên qirkirina siyasî, qetilrkirina jinan û talana xwezayê di rojevê de ye. Li gelek bajarî ji bo 1’ê îlonê amadekarî tê kirin û li Wanê jî jinan ji bo tevlîbûna qadan bang kir.
‘Li Gelê Kurd di her carê de şer ferz dike’
Jina bi navê Medîne Tufan diyar kir ku li Cîhan û Tirkiyeyê şer didomin û wiha got: “Em naxwazin êdî mirov bên qetikirin. Tirkiyeyê bi qeyûman îradeya gelê Kurd tune hesiband. Mirov dixwazin li bajarekî ku aştî pêk hatiye bijîn. Gelê Kurd her carê ji bo aştiyê destê xwe dirêj dike, lê Tirkiye aştiyê qebûl nake, li hember gelê Kurd şer ferz dike. Tevî her tiştî em dixwazin li Tirkiyeyê aştî pêk bê. Em bang li dewletê dikin, bila dawî li operasyonên dersînor û şerê navxweyî bîne.”
‘Divê 1’ê îlonê bibe roja wekheviyê’
Zozan Comert jî daxuyakirin ku di cîhanê de tu tişt wek aştiyê nexweş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê êdî li Tirkiyeyê ji bo aştiyê pêngav bê avêtin. Divê di 1’ê îlonê de her kes li qadan dengê xwe bilind bike. Bila mirov nemirin, aştî û wekhevî pêk bê.”
‘Em ê bi rengên spî biqîrin’
Gule Komî jî bi lêv kir ku tevî ku Roja Aştiyê ya Cîhanê di 1981’ê de hatiye îlankirin, ji wê rojê şûnde şer hîna didomin û wiha pê de çû: “Ez bang li jnan dikim. Divê em pêşî li polîtîkayên şer bigirin. Em jin wê li dijî polîtîkayên şer têbikoşin. Em ê bi cil û bergên xwe yên spî li qadan biqîrin.”