Jinên Mersînê: Em ê hêz û serhildana xwe li kolanan bikin yek
- 09:07 29 Tebax 2019
- Rojane
MERSÎN - Jinên Mersînê diyar kirin ku polîtîkayên jinan tune dihesibînin, peymanen wekê Stenbol û CEDAW’ê asteng dikin û ji kuştinên jinan jî hikûmet berpirs dîtin. Jinan wek çareserî kolan nîşan dan û got divê hêz û serhildana xwe li kolanan bikin yek.
Şîdeta li ser jinan ya li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di 2013’an de 237, di 2014’an de 294, di 2015’an de 303, di 2016’an de 328, 2017’an de 409 û di 2018’an de jî 440 jin li Tirkiyeyê hatine qetilkirin û di 7 mehên ewil yên 2019’an de jî 245 jin hatine qetilkirin. Di 18’ê Tebaxê de jina bi navê Emîne Bulut ku hat qetilkirin gotina wê ya ‘ez naxwazim bimrim’ carek din ruyê şîdetê aşkera nîşan da. Bi Emîne Bulut re di heman hefteyê de 3 jinên din hatin qetilkirin. Du heb bi giranî birîndar bûn. Jin daketin kolanan û daxwaz kirin ku Peymana Stenbol û Qanûna Hejmar 6284 pêk bê.
‘Divê dadgeh dest ji israra neçaseriyê berdin’
Li Mersînê li Parka Ataturk û Parka Ozgecan Aslan me mîkrofon dirêjî jinan kir. Jinan bal kişandin ser girîngiya peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 û gotin divê hikûmet peymanên ku îmze kiriye pêk bîne.
Jina bi navê Fatma Menteş bi lêv kir ku gotina Emîne Bulut ya ‘ez naxwazim bimrim’ qêrîna hevpar a hemû jinan e û got: “Biryara darvekirinê ne çareseriye. Divê dadgeh ji derewên mêran re ji ‘rewşa baş’, ‘tahrîkê’ ceza danexîne. Divê dadgeh dest ji vê israrê berdin. Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 divê pêk bên. Divê qanûn pêk bên. Li vî welatî krawat dibes sedema daxistina ceza. Cil û bergên mêran dibin sedema daxistina ceza. Em vê qebûl nakin. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Heta dawî em ê têbikoşin’
Jina bi navê Yasemîn Gorkem Avci jî girîngiya qanûna hejmar 6284 û peymana Stenbolê anî ziman û got: “Divê em têkoşîna xwe mezin bikin û berdewam bikin. Ji bo kuştinên jinan bidawî bibin divê em hêza xwe bikin yek. Divê em çalakiyên xwe heta jin neyên kuştin berdewam bikin.”
‘Em êdî naxwazin bimrin’
Fîlyas Aydemîr jî destnîşan kir ku ji aliyê mêrê ku xwestiye dest jê berde ve rastî tehdîdan hatiye û bertek nîşanê nebûna polîtîkayên ku pêşî li şîdet û kuştinên jinan nagire da û got: “Ez ditirsim ku biçim mala xizmên xwe. Sala borî mêrekî ku cîranê me bû, zarok û hevjîna xwa li malê qetil kir. Em êdî naxwazin bimrin. Ji bo ev kuştin bidawî bibin, divê jin dest bidin hev û meşa xwe pêk bînin.”
‘Divê jin li kolanan dengê xwe bilind bikin’
Gulay Aydemîr jî bi lêv kir ku ew di nûçeyên kuştinên jinan de xwe dibînin û got: “Em cezayên bi bandor dixwazin. Qaşo biryara durxistinê didin lê pêk nayê. Dibêjin mêr carekê du caran bên cem we tiştek nabe. Divê em jin li dijî çewisandin, gotinên tirsandinê li kolanan têkoşîna xwe bilind bikin.”
‘Em naxwazin nûçeyên qetilkirina jinan bibînin’
Yildiz Sadet Çetînkaya jî berteka xwe wiha bi lêv kir: “Di serî de di malbatê de û li hemû qadan şîdet pêk tê lê ji ber tê veşartin dernakeve holê. Mixabin jin li her derê rastî şîdetê tên. Ne dewlet û ne jî dadgeh dengê xwe nakin. Divê êdî edelet pêk bê. Cezayên bi bandor bên dayîn. Em êdî nûçeyên kuştinên jinan naxwazin.”
Divê bertek li qadan bê nîşandan’
Zuhal Gunduz jî bertek nîşanê bûyerê da û got bi taybet piştî kuştinên jinan di çapemeniya civakî de parvekirinên şermezarkirinê tên kirin lê ew vê ji dil nabîne û got divê berteka esas li qadan bê dayîn, her wiha riya herî girîng ya pêşîgirtina şîdetê jî di perwerdehiyê de derbas dibe.
‘Rola herî girîng ya çapemeniyê ye’
Aynur Bayraktar jî ballkişand ser rola çapemeniyê ya di kuştinên jinan de û got: “Di çapemeniyê de nîşandana dema kuştinê rê dide ber mêran. Ez banga hestiyariyê dikim. Rewşa aborî bandorê li ser şîdetê dike. Ji ber hêza aborî ya jinê ji ya mêr kêmtire, wekê ku hewcedarê mêr e tê dîtin. Divê jin azadiya aboriya xwe pêk bîne. Rê bide ber jiyana xwe.”