Li Minbicê zarokek bi çar çav û du devan hat dinê
- 16:23 28 Tebax 2019
- Rojane
MINBIC - Li bajarê Minbicê zarokek bi çar çav û du devan hat dinê
Berî sê rojan li bajarê Minbicê zarokek bi çar çav û du devan hat dinê. Malbatê diyar kir ku dema zarok berî were dinê ew ji vê rewşê agahdar bûn.
Li gorî bijîşkê nexweşxaneya Ebo Qelqel a ku zarok lê hatiye dinê, ev zayin pir kêm di dunyayê de tê dîtin û zarokên bi vî awayî zêde najîn. Li gor agahiyên bijîşkan laşê zarokê temam e, lê mêjîyê zarokê û hestiyên serî tune ne. Bijîşk nikarin tu alîkariya tendirustî bidin da jiyana vê zarokê ji mirinê biparêzin.
Her wiha bijîşkan hişyar kirin ku ji bo bûyerên bi vî rengî pêk neyên divê her dem bi bijîşkan bên şêwirandin û dermanên ne çê neyên bi bikaranîn.