Li gel astengiya polîsan li Mêrdinê çalakiya rûniştinê pêk hat
- 14:16 28 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - 10 roj in li dijî tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdinê çalakî tên lidarxistin. Li Mêrdînê li gel dorpêça polîsan çalakî û meş hat lidarxistin û gotin qeyûm bi tu awayî dê neyê qebûlkirin.
10 roj in çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdinê didomin. Îro bi tevlîbûna parlamenter, hevşaredar, hevserok û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Karayolû ya Artûkluyê kom bûn. Her wiha polîsan nehişt welatî tevlî çalakiyê bibin. Rojnameger nêzî wan bibin. Piştî nîqaşan rojnameger hatin cem çalakvanan. Welatî bi çepîk û tilîliyan piştgirî da çalakiya rûniştinê. Her wiha wesayîtên ku ji nêzî cihê çalakiyê derbas dibûn pê li kornayê kirin.
Li gel dorpêça polîsan daxuyanî hat dayîn. Wekîlan HDP'ê Nusrettîn Maçîn, Mehmet Şukru Tiryakî, di peyamên xwe de gotin li dijî darbeyê bila her kes bi wan re be û ev berxwedana ku li Kurdistanê dest pê kiriye wê li her deverê belav bibe.
Piştî axaftinan bi dirûşm, çepik û tilîliyan ber bi avahiya HDP'ê ya bajêr ve meşiyan.