DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û HDP: Dê têkoşîna hevpar bidin meşandin
- 12:30 28 Tebax 2019
- Rojane
ENQERE - Sendikayên DÎSK, KESK û odeyên TMMOB û TTB'ê HDP ziyaret kirin û gotin: "Tirkiye bi tayînkirina qeyûmê peyamê dide hemû hêzên muxalif. Em dixwazin hikûmet tayînkirina qeyûman a Wan, Amed û Mêrdînê paşve bikişîne."
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), li dijî tayînkirina qeyûman ji bo piştevaniyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ziyaret kir. Di ziyaretê de Hevserokên Giştî yên KESK'ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyik, Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Serokê duyemîn ê Rêveberiya MYK' a TMMOB'ê Selçuk Uluata, Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sînan Adiyaman Navenda HDP'ê ziyaret kir. Heyet ji aliyê hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û koma pêre hat pêşwazîkirin.
'Xuya dike ku qeyûm tenê bi 3 bajaran bi sînor nabe'
Ziyaretê ewil ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Piştre li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniya hevpar hat dayin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku ziyaretên 4 rêxistinan ji bo wan pir girîng û bi wate ye û wiha got: “Em dixwazin li Tirkiye hemû polîtîkayên ku tundiyê rewa dike bi dawî bibin. 19'ê tebaxê ji bo Tirkiye rojek reş e. Em tenê bi qeyûm re ne rû bi rû ne. Em bi darbeya li dijî Tirkiyeyê re rû bi rû ne. Ev xuya dike ku wê tenê qeyûm bi 3 bajaran bi sînor nekin. Divê heta aştî û demokrasî pêş bikeve têkoşîn û piştevaniya me berdewam bike. Em ê li her derê piştevanî û têkoşina xwe ya hevpar xurt bikin."
'Têkoşîna hevpar dimeşînin'
Piştre Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî tayînkirina qeyûman rexne kir û wiha got: "Em ji peyvirgirtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Bi vê yekê mafê gel ê bijartin û hilbijartinê xezp kirine. Tirkiye demek dirêj ji makeqanûnê dûr ketiye. Bê makeqûn e. Di pêvajoya 15'ê tîrmehê de mafê azadiya rêveberan ên sendîkayî ji destê wan hat girtin. Bi sed hezaran karmend ji peywirê hatin dûrxistin ji ka hatin avêtin. Ji bo aştî serdest bibe em têkoşîna hevpar dimeşînin. AKP bi van politîkayan bê hiqûqiyê pêş dixe. Tirkiye bi tayînkirina qeyûmê peyamê dihe hemû hêzên muxalif. Em dixwazin hikûmet tayînkirina qeyûm a Wan, Amed û Mêrdînê paşve bikişîne. Em dixwazin dîsa erka hevşaredar û endamên meclîsê bidin wan."