11 milyon kes ji ewlehiya civakî sûde nagirin

  • 12:22 28 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SGK'ê piştî 6 mehan îstatîstîkek parvekir û li gorî îstatîstîkê îsal 391 hezar kes ji kar hatiye derxistin û 11.1 milyon kes ji ewlehiya civakî sûde nagirin. 
 
Dezgeha Ewlehiya Civakî (SGK), piştî 6 mehan îstatîstikek weşandin. Li gorî îstatîstikan kesên ku bi sîgortê dixebitin li gorî sala borî pir kêm bûne. Li gorî qeydên fermî yên SGK'ê di meha gulanê ya sala 2018'an de 22 milyon 581 kes bi sîgorte dixebitin, lê niha 22 milyon 190 hezar kes bi sîgorte dixebitin. Li gorî wan daneyan bi hezaran kes bêkar in. 
 
Li gorî îstatîstîkên hatî derxistin hejmara kesên ku bê ewle dixebitin her ku diçe zedetir dibe. Di 5 mehên destpêke ya îsal de 518 hezar 554 kesan ji ewlehiya civakî sûde nagirin û ji kar hatine derxistin.