Aktivîstên TJA'yê li dijî qeyûman meş li dar xistin
- 09:48 28 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Aktivîstên TJA'yê li dijî qeyûman li gelek kuçeyan meş û çalakiya dengderxistinê li dar xistin.
Di 19'ê Tebaxê de îktidara AKP-MHP'ê qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Amed û Wanê kiribû. Çalakiyên li dijî qeyûman didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li Kuçeyên Koyiçi û Beyuzumu yên girêdayî navçeyên Artemêtê û Tûşbayê meş li dar xistin. Di meşedê pankarta bi nivîsa "Pergala hevserokatiyê xêza me ya xemrî ye" hat hilgirtin. Di dema meşê de di heman demê de çalakiya dengderxistinê jî pêk hat. Di çalakiyê de dirûşmên "Gelê Wanê ranezê li îradeya xwe xwedî derkeve","Li dijî qeyuman em bibin yek" hatin berzkirin.
Meş heta derengiya saetên şevê bi dirûşme, çepik û lîlandinê dewam kir.