‘Ji sedî 80’ê jinên rastî şîdetê tên bi saziyên dewletê bawer nabin’

  • 09:15 28 Tebax 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR- Ji Meclîsên Jinan Hîlal Susuz diyar kir ku li welatê çekdariya şexsî tê teşwîqkirin û piştgirî ji bo newekheviya zayenda civakî tê dayîn, ji sedî 80’ê jinên rastî şîdetê tên bi saziyên dewletê bawer nabin, serî li saziyan nadin û got bi qanûnên bandora wan zêdetir dikare pêşî li kuştinên jinan bên girtin.
 
Li Tirkiyeye ya ku her roj herî kêm 5 jin tên qetilkirin di meha Tîrmehê de li Stenbolê 5 bi giştî 31 jinan di encama şîdeta mêr de jiyana xwe ji dest dane. 11 heb ji aliyê mêrên ku pê re zewicandî ve hatine qetikirin û her wiha li gorî daneyên îstatîstîkan piraniya jinan li malên wan hatine qetilkirin. Endama Meclîsa Jinan Hîlal Susuz ya ku li ser rewşê nirxandin kir diyar kir ku malên ji bo jinan cihên herî bi ewle tên nîşandan dan jî ne ewle ne. 
 
‘Jin baweriya xwe bi saziyên dewletê nayê’
 
Hîlalê bi lêv kir ku rayedarên dewletê yên çekdariya şexsî teşwîq dikin, piştgiriyê didin newekheviya zayenda civakî û got jin bajarên ku lê nayên qetilkirin dixwazin û wiha got: “Sedema şîdeta ku roj bi roj zêde dibe, pêkneanîna qanûna hejmar 6284 e. Ji sedî 80’ê jinên rastî şîdetê tên serlêdanê nakin. Li Îzmîrê jin li şûna biçin polîs û dozgeriyê, xwe digihînin me. Bêbaweriyek heye. Ger qanûna hejmar 6284 pêk bihata wê evqas jin nehatibana kuştin.”
 
‘Şîdeta aborî rê li ber cureyên din ên şîdetê vedike’ 
 
Hîlalê daxuyakirin ku ji 31 jinên di meha Tîrmehê de hatine qetilkirin ji van jinan 13 jê di temenê zaroktiyê de ne û got Wezareta Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakî ku jinê bi malbatê pênase dike, mijarê ji nedîtîve tê. Hîhalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li gorî daneyên hatine aşkerakirin 11 mîlyon jinên kedkarên malê keda wan wekî hêza kar nayê hesibandin. Keda jinê nayê dîtin. Di meha Tîrmehê de tevlîbûna hêza kar a jinan ketiye. Lê dema mirov li heman planê dinêre, dibîne ku ji bo jin tevlî hêza kar bibe riyek çareseriyê nehatiye pêşniyarkirin. Yanî şîdet ji ber rewşa aborî ya xirab zêdetir bûye. Li Manîsayê jina hat qetilkirin, ji aliyê gumanbarê ku nedixwest bixebite ve hat kuştin. Yanî şîdeta aborî rê li ber gelek xeteriyan vedike.”
 
‘Riya çekdariya şexsî tê nîşandan’
 
Hîlalê destnîşan kir ku jin herî zêde bi çekê tên qetilkirin û rêjiya kuştinên bi çekê di meha Tîrmehê de ji sedî 40 derketiye ji sedî 52’an û wiha got: “ Li Tirkiyeyê peydakirina çekan hêsan e. Bêguman hatiniya aborî ya ji bo çekê heye. Riyên çekdariya şexsî nîşan didin. Em dibînin bi rehetî tên girtin. Di dozên em dişopînin de ger bi çekê kuştin hebin, gumanbar dibêje ‘bi qezayê bûye’. Lê balkêşe ku gule her tim jinan hedef digire.”
 
‘Divê di şaredariyan de navendên jin serî lê bidin hebin’
 
Hîlalê bi lêv kir ku jin xwedî mafên wekhevin û jin dixwazin li bajarên ku bi rehetî dikarin bigerin, rastî newekheviyê neyên bijîn û got: “Divê jin bajarên ku lê dijîn bikaribin bi rêve bibin. Saziyên jinan yên şaredariyê qels in. Divê di şaredariyan de yekîne hebin. Navendên baweriyê didin hebin. Ji bo pêşîgirtina şîdetê tiştek nayê kirin. Dema rastî şîdetê jî tên hepsî malê dikin. Divê di şaredariyan de der barê îstîhdama jinan de proje bên pêşxistin.”
 
Hîlalê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tayînkirina qeyûman ji bo sê şaredariyên bajarên mezin yên Wan, Amed û Mêrdînê û daxuyakirin ku tu aliyê vê yê demoraksiyê tune û got jin li şaredariyên qeyûm lê ne xwe di ewlehiyê de hîs nakin.