TJA'yê di otobusa şaredariyê de çalakî li dar xist

  • 17:27 27 Tebax 2019
  • Rojane
WAN - TJA'yê li Wanê bi çalakiya siwarbûna otobusa şaredariyê ku qert lê neda tayînkirina qeyûman şermezar kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca ku tayînkirina qeyûman a li ser şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bike li Wanê bi çalakiya siwarbûna otobusa şaredariyê ku qert lê neda şermezar kir. Jinan di otobusê de bi lîlandin û dirûşmên "Li dijî qeyûman dest bidin hev"  tayînkirina qeyûman şermezar kirin.  
 
Çalakiya şermezarkirinê ya TJA'yê rastî eleqeyeke mezin a jinan hat û jinan jî piştgirî dan çalakiyê.