Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Wê jin li gorî vê pergalê tevnegerin
- 17:16 27 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Di roja 9'emîn a şermezarkirina çalakiya qeyûman de Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP'yî axivî û wiha got: "Wê jin tu caran li gorî vê pergalê tevnegerin."
Bi fermana Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin û hevşaredar ên HDP'yî ji peywirê hatin girtin. Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî qeyûman ku hatin destpêkirin berdewam dikin. Li Wanê parlamentera DHP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî.
'Gel bersiva wan da'
Dîlan di destpêka axafitna xwe de wiha got: "Ev zîhniyet a ku bi 100'an sal e li ser Gelê Kurd tê Meşandine. Çand û zimanê kurdan tune dihesibînin û li ser dijminantiya kurdan pergala xwe ava kirine. Lê xespkrina îradeya gel, li tirkiyeyê ji bo sendoqan, demokrasiyê û hilbijartinê rexeneyeke mezin e. Gel di 31'ê Adarê de bersiveke mezin da wan û li Stenbolê jî dan wan."
'Em ê dawî li pergala hevserokatiyê neynin'
Dîlan herî dawî, diyar kir ku îcerata qeyûm a sereke bû girtina saziyan û wiha berdewam kir: "Dema ku qeyûman şaredarî xesp kirin di serî de pergala hevserokatiyê rexne kirin. Pergala hevserokatiyê serketinaa jina ye. Em jin tu carî dawî li pergala hevserokatiyê naynin. Hevserokatî ne suce, ger sucek hebe ew jî ew e ku her roj jin tên qetilkirin e. Wê jin tu carî li gorî vê pergala heyî tevnegerin."
Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê, lîlandin û çepikan bi dawî bû.