Ji bo qeyûm şeremezar bikin îstîfa kirin

  • 16:21 27 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Nerazîbûnên li dijî qeyûmên ku bi fermana wezareta dadê şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê desteser kirin her ku dijçe zêde dibin.
 
 Nerazîbûnên li dijî qeyûmên ku bi fermana wezareta dadê şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê desteser kirin her ku dijçe zêde dibin. Li Amedê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirinê de  6 kesên endamên Desteya Rêveberiya Şîrketa Anonîm ya Xizmetên Civakî û Bajarvaniyê MED A.Ş ji peywirê îstifa kirin. Daxwaznameya îstifayê radestî alîkarî qeyûm Walî Hasan Barî Guzeloglû hate kirin.
 
Alîkara Serokê MED A.Ş Seher Tumer ragihand ku bi şêwirmendên malî, xebat û rêveberan re 6 kesan îstifa kirine û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi armanca protesokirina qeyûm tayînkirina cihê hevşaredarê bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli em Endamên Desteya Rêveberiya MED A.Ş ji peywîra xwe îstifa dikin”