Li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirinê didomin
- 12:50 27 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman li Mêrdinê didomin. Di çalakiya rûniştinê de dora parlamenterên HDP'ê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û rojnameger ji qadê hatin dûrxistin.
Li Mêrdinê çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 8'an de berdewam dike. Koma ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de li Parka Karayollari kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Piştî parlamenter kom bûn, polîs hatin qadê û koma HDP'ê dorpêç kirin. Parlamenter û koma HDP'ê li qadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Polîsan li aliyê din destûr neda ku rojnameger çalakiyê bişopînin û destûr nedan ku dîmen û wêneşan bikişînin. Polîsan dîsa rojnameger ji qadê dûr xistin û li pêş rojnamegeran bûn asteng. Parlamenter û koma HDP'ê piştî çalakiya rûniştinê wê bimeşin avahiya HDP'ê ya Mêrdînê.
Parlamenterên ku bertek nîşanî helwesta polîsan a ku destûr nedan rojnameger nûçe bişopînin wê bi xwe dîmen û wêneyê xwe keşandin û parve kirin.