'Di du salên dawîn de tenê li nexweşxaneyekê 274 zarok welidî ne'
- 10:43 27 Tebax 2019
- Rojane
ANTALYA - Li Nexweşxaneya Kepez a Dewletê di 2 salîên dawîn de 274 zarok welidî ne. Baroya Antalyayê amadekariya ku mijarê bibe darazê dike.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya li Kepeza Antalyayê di 2 salên dawîn de 274 zarok welidî ne. Li gorî Rojnameya Bîrgunê, ji zarokên ku welidîne û temenê wan di navbera 14 û 17'an de ye 115'yên wan ji Tirkiyeyê ne û 159 jî biyanî ne.Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Antalyayê parêzer Serap Ertugrul, diyar kir ku malbat bixwazin an nexwazin jî ew ê tevli dozên ku bûne mijara darazê bibin.
Parêzar Serap diyar kir ku li gorî qanûnê pisporên welidînê mecbûrin girtekên ku girtin ji Dozgeriya Komarê re an jî ji Muduriyetên Şaxên Zarokan ên Muduriyeta Emniyêtê re ragihînin û polîs jî bêyî ku li nasnameya biyanîbûn an jî welatîbûnê binêrin divê erka xwe bi cih bînin.
Serap diyar kir ku ew di salên dawîn de bûne şopdarên gelek bûyerên êrîşên zayendî ên li dijî zarokan tên kirin û wiha got: "Me li kumlucayê jî derabrê êrîşa zayendî ya li dijî zaroka Sûriyelî de jî gilî li berpirsiyaran kir. Piştî ku hat îdakirin zaroka Sûriyeyî li 4 nexweşxaneyan hatiye gerandin û nehatiye qebûlkirin jî me serlêdana sûc kir û me glilî li berpirsan kir. Em ê derbarê welidîna zarokan de jî tişta pêwist bikin. Ger ku malbat bixwazin ser bûyerê binixumînin jî em ê destûrê nedin."