Walîtiya Wanê qedexeya çalakiyan careke din dirêj kir

  • 10:14 27 Tebax 2019
  • Rojane
WAN - Walîtiya Wanê li hemû bajarî 30 rojî çalakiyên ew ê bê lidarxistin qedexe kir. 
 
Çalakiyên li dijî qeyûman ên li Wanê didomin. Walîtiya Wanê hemû çalakiyên mîna civîn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, vekirina standê ji bo 30 rojî qedexe kir. 
 
Walîtiya Wanê piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê bi hinceta rewşa awarte ji 21'ê Mijara 2016'an heta niha tim çalakiyên li bajêr qedexe dike.