Li Îtalyayê Kampa Jineolojiyê

  • 09:17 27 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îtalyayê 6'emîn Kampa Jinêolojiyê hat lidarxistin. 48 jinen Îtalî tevlî kampê bûn û tecrûbeyên xwe û pratikên xwe yên xebatên nîqaş kirin.
 
Li Îtalyayê du sal in kampên Jineolojiyê tên lidarxistin. 48 jinên Îtalyan tevlî kampa Jineolojiyê bûn. Di kampê de semîner û xebatên atolyeyê pêk hatin. Li Îtalyayê îsal bakur û başûrê welat esas hatibû girtin û heta niha 5 kamp hatibûn lidarxistin. Di vê kampa fînalê de jî encamên derketibûn holê, hatin pratîzekirin. Beşdarî bêtir ji bajarên Roma, Napolî û Genovayê bû. Jinên ji tecrubeya Chîapas a Meksîkayê û tevgera No Moûs a Sîcîlyayê jî di nav de gelek çalakger tevlî kampan bûn.
 
Di roja pêşîn a kampê de semînera bi navê ‘Destpêka Jineolojiyê’ hat dayîn. Di heman demê de mijarên wekî hevjiyîna azad, kuştina mêrtiyê û metodên tevgera jinên Kurd hatin pêşkêşkirin. Di kampê de beşên wekî ekonomî û xweparastin jî tevî aliyên wê yê teorîk û pratîk hate dayîn. 
 
Endama Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê Zîlan Diyar diyar kir ku kamp çanda berxwedanê belav dike û metodên wan rê vedikin. Endama Komîteyê Necîbe Qeredaxî jî qala derbaskirina bandorên modernîteya kapîtalîst û lîberalîzma wê kir.
 
Di roja dawîn a kampê de ji bo xebatên sala pêş hin biryar hatin stendin. Komên perwerde, lêkolîn, sazîbûn û vegotina Jineolojiyê ya hunerî hatin avakirin.