Jinên Dêrsimê li dijî kuştina jinan daketin qadan
- 09:09 27 Tebax 2019
- Rojane
DÊRSÎM - Li Dêrsimê Platforma Jinan bertek nîşanî kuştina Emîne Bulut dan û da zanîn ku li dijî kuştina jinan divê Peymana Stenbolê û Qanûna Parastinê ya 6284'an bikeve meriyetê.
Emîne Bulut di 18'ê tebaxê de li Kirikkaleyê li ber çavê zaroka xwe bi hovane hat kuştin. Duh Platforma Jinan Dêrsimê li dijî kuştina jinan meşek li dar xistin û piştî meşê daxuyanî dan çapemeniyê. Jin li kolana Hunerê kom bûn û heta Qada Seyît Rizayê meşiyan. Di çalakiyê de pankarta 'Em naxwazin bimirin' hatin vekirin. Li ser navê platformê Tuba Apaydin daxuyanî da.
Tuba, destnîşan kir ku di encama pergalê de jin tên kuştin, bi şîdetê re rûbirû dimînin û wiha got: "17 sal in dibêjin ku 'Em nahelîn ku li vî welatî jin bên kuştin, em ê qanûnên xwe bixin meriyetê, em nahelin ku jin bi şîdetê re rûbirû bimîne û em tu carî mêr mafdar nabînin'. Ev tişt tê wateya parastina malbatên pîroz, bi van gotinan malbatê diparezin. Em dibînin ku ev tişt ne rast e. Ev pergal bû sedema kuştina Emîneyê. Em tu carî qerîna Emîneyê jibirnakin. Em ê mafê jiyanê her tim biparêzin. Em ê li dijî xezên malbatê derkevin."
Jinan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.