'Bi alavên olî serdestiya mêr rewa dikin'

  • 09:08 27 Tebax 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Wezareta Karê Diyanetê der barê qetilkirina Emîne Bulut de gotinên wekê ‘can û mafên jinan emanet e û destnedanê wê heye’ anî bû ziman. Gulcan Taşkiran ya SKM’î diyar kri ku diyanetê bi van gotinên xwe jin carek din kiriye mal û wiha got: “Diyaneta di her bûyera der barê jinan de dertê holê, bi alavên olî serdestiya mêr rewa dike.”
 
Li Kirikkaleyê Emîne Bulut ji aliyê mêrê ku dest jê berda bû Fedaî Varan ve hat qetilkirin û bertekên li dijî bûyerê didomin. Wezîrê Karê Diyanetê Alî Erbaş, di xutba Înê de der barê qetilkirinê de axivî û wiha got: “Sedem çi dibe bila bibe şîdeta li ser jinê pêk tê zilma herî mezin e, eleqeya wê bi îslamê tune. Can û mafê jinê emanet e û destnedana wê heye. Xêra we ya herî mezin ji bo hevjîna we ye.” Li ser van gotinan bertekên ‘em ne emanetên tu kesî ne’ bilind bûn.
 
Endama Meclîsa Giştî ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Gulcan Taşkiran bi lêv kir ku dewlet li ser diyanetê pêkanînên li ser jinan rewa dike û got li şûna divê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Xebatê daxuyaniyekê bide, wezareta karê diyanetê diaxive û ev jî gelek manîdar e. Gulcanê got ew vê wek metakirina jinan a jinûve dinirxînin.
 
‘Di her bûyerê de diyanet dertê holê’
 
Gulcanê destnîşan kir ku rola bi xutbeyê li diyanetê hatiye ferzkirin carek hatiye nîşandan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya olî de, parastin û nîşandana serdestiya mêr tê kirin. Jinan wek hebûneke ku divê bê bikaranîn vedinasînin. Em wek SKM’ê dibêjin ku AKP ji roja hatiye ser desthilatdariyê li er bedena jinê xwedî gotin e. Di her bûyera der barê jinê de diyanet dertê hole û serdestiya mêr a desthilatdariyê rewa dike. Li ser bedena jinê tu sazî nikare xwedî gotin be.”
 
Gulcanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Polîtîkayên neolîberal yên li cîhanê belav bune, li vê axê jî bi destê AKP’ê belav dibe. Keda jinê tê bipêkirin. Berxwedana jinan li dijî pêngavên kolekirinê ya AKP’ê di dema OHAL’ê de jî mezin bû. Li her qada jiyanê jin û zarok bi destê AKP’ê dibin oldar. Teşeyê bikaranîna ol li ser bedena jinê tezahur dike. Ev jî pergala serdest ya mêr a AKP’ê girantir dike.”
 
‘Jiyana azad di hedefê de ye’
 
Gulcanê bi lêv kir ku yek ji sedemek din ya qetilkirina jinan ev e ku jin serdestiya mêr qebûl nakin û dixwazin jiyaneke azadtir bijîn. Gulcanê wiha bi lêv kir: “Duh diçewisandin, bi şîdet, tehdîd, zarok û an jî kevneşopiyên civakî dixistin bin zextan. Îro jî didome lê jin ji bo xwe têdikoşin. Têkoşîna azadiya jinê têkoşînek polîtîk e. Ji ber daraz, polîs û qanûnan digirin hember xwe ev mijarek polîtîk e. Serdestiya mêr ji şîdetê xwedî dibe. Mînak şerê 40 sale li Tirkiyeyê berdewam dike. Ev li ser beden û jiyana jinê jî pir cuda tê jiyîn. Têkoşîna azadiya jinê bi şîdetê tê çewidandin. Jinên ji bo mafê nefeqê derdikevin kolanan rastî şîdetê tên. Di civakê de mêr tên bilkindkirin û ji ber vê jî şîdet zêde dibe. Ya din jî mêr bê ceza tên hiştin. Jin jî nikarin parastina xwe ya rewa bikin.”